Keça Kurda Êzidî li NY behsa dema êxsîrbûna xwe di destê DAIŞê de kir

Cinêv (Rûdaw) – Keça ku DAIŞê ew revandibû, bûyerên ku hatine serê wê, li Avahiya Navenda Neteweyên Yekgirtî (NY) qal kir.

 

Di sala 2014an de DAIŞ bi deh hezaran keç û jinên Kurdên Êzidî êxsîr kiribûn û revandibûn, Sana Elî jî yek ji wan keçên Kurdên Êzidî ye, ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûye.

 

Sana ji destê DAIŞê hate rizgarkirin û niha wê jî li Avahiya Navenda NY, di dîbeytekê de ku mijara wê rewşa Mafên Mirovan li Cîhanî bû, behsa tiştên ku di dema êxsîrkirinê de DAIŞê anîne serê wê, kir.

 

Keça Kurda Êzidî wiha axivî:

 

“Em di destê komeke çekdarên DAIŞê de bûn, destdirêjiya seksî dikirin ser me û piştre jî li bazaran em difirotin. Ji bo ku destdirêjiyê li me bikin, pîlanên wan hebûn û gelek îşkence li me dikirin.”

 

Sana Elî spasiya Serokwezîrê Hrêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kir û got: “Em spasiya xwe pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikin, ku ji bo kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û destdirêjiya seksî li wan hatiye kirin, ofîseke taybet vekiriye. Piştî ku wan rizgar dikin, li wan xwedî derdikevin.”

 

Sana Elî di dawiya axavtina xwe de daxwaz kir ku hejmara ofîsan were zêdekirin û ji bo rizgarkirina jinên ku hêj di destê DAIŞê de ne, hewldan zêdetir bibin.

 

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Keç û Jinên Kurdên Êzidî Hisên Koro beriya niha ji Rûdawê re axivîbû û ragihandibû, ku ji Cotmeha 2014ê heta niha 2 hezar û 951 kes ji DAIŞê hatine rizgarkirin û ji wan 1058 kes keç û jin in.