Mele Bextiyar: Me beriya salekê ji PKK û PYDê re got

Kerkûk (Rûdaw) – Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar derbarê aloziya şingalê de got, ku wan beriya salekê ji PKK û PYDê re gotine, ku divê mijara Şingalê bi rêkeftin bê çareserkirin û got; “Em ne ligel PDKê ne û ne jî ligel PKK û PYDê.”

 

Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar îro 15-02-2017 li bajarê Silêmaniyê di binkeyekê tomarkirina navan a hilbijartinan de navê xwe tomar kir û paşî  bersiv da pirsên rojnamevan da.

 

Mele Bextiyar derbarê sedema beşdarnebûna civîna dawî ya Civata Serkirdetiya YNKê de got, ku ew ji ber nexweşiyê beşdar nebûye lê dîsa jî liser alozî û pirsgirêkên nav partiya xwe rexneyên wî hene.

 

Derbarê aloziya Şingalê de Mele Bextiyar got; “Mixabin me ji parve pêşbîniya vî şerê biçûk ê Şingalê dikir. Yekemîn car me derbarê vê yekê de ligel Qendîlê axivî û PYDê axivî. Me nêrîna YNKê bi eşkere ji wan re got. Me diyar kir, ku divê ev mijar bi rêyên siyasî û îdarî, bi rêkeftin tê çareserkirin.”

 

Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar herwiha ragihand; “Bi ti awayî nabe ev şer PDK, PKK û PYDê bikişe nav şer. Eger şer derbikeve YNK li dijî aliyekê ne ligel PDKê dibe û ne jî ligel PKK û PYDê. Herwiha ji bo kûrkirina pirsgirêkên Rojava ne ligel PYDê dibin."

 

Mele Bextiyar derbarê tekoşîna li dijî gendeliyê de jî got; “Divê em destpêkê de lihember gendeliya navxwe têbikûşin. Eger em vê nekim nikarin ji aliyên din û hikûmetê re jî bêjin gendelkaran ceza bikin.”

 

Mele Bextiyar herwiha derbarê hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî daxwaz ji aliyan kir, ku eger namzetên wan hebin bila eşkere bikin.