Qamişlo (Rûdaw)- Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek mezin a çekdar û sivîlên alîgirên serokê Sûriyê Beşar Esed bi otombêlan Ii nava bajêr geriyan û piştgirya xwe ji bo Esed anîn ziman.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku îro piştî nîvor bi sedan çekdar û sivîlên alîgirên Esed bi zêdetirî 50 otombêlan li nav bajarê Qamişlo digeriyan û pştgiriya xwe ji Esed re anzîn ziman.
Çekdar û alîgirên ku siwarî zêdetirî 50 otombêlan bûbûn, wêneyên Beşar Esed bilind dikirin û druşemên wek “bi can bi xwîn em bi te re Beşar” û “Xweda Sûriyê Beşar û bes” digotin.
Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku xwepêşandan di bin parastina hêzên leşkerî û ewlekariyê yên rejîmê de hat lidarxistin û ew hêz bi awayekî zêde û berçav li nav bajarê belav bûbûn.
Di nava mehekê de ev cara duyem e ku alîgirên rejîmê li bajarê Qamişlo bi awayekî aşkere dadikevin cade û kolanan û piştgiriya xwe ji rejîmê û Esed re tînin ziman.
Qamişlo bajarê herî mezin ê Rojavayê Kurdistanê ye û jibilî taxa Ereban û navendên leşkerî û ewlekariyê yên hêzên rejîmê, piraniya taxên wê di bin kontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk û hêzên wê yên leşkerî û ewlekariyê de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse