Şandeya DEM Partiyê gihîşt Başûrê Kurdistanê

15-02-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê ji bo ku bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive gihîşt Zaxoyê.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re yên 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an û 22yê Kanûna Paşîn a 2025, serdanên xwe didomîne.

Şande îro di çarçoveya van hevdîtinan de hat Herêma Kurdistanê.

Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBPyê Keskin Bayindir, endamên Buroya Hiqûqî ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bilmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkîliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk û parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Mehmet Kamaç hene.

Şande li avahiya Protokolê yê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl hat pêşwazîkirin û piştre şande ber bi Hewlêrê ve rê ket.

Tê çaverêkirin ku dê şande sibe bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Li gorî nûçeya MAyê, di hevdîtinê de dê hûrgiliyên hevdîtinên li Îmraliyê werin parvekirin û dê nêrîn, pêşniyar û ramanên rayedaran ên derbarê pêvajoyê de werin wergirtin.

Her wiha tê payîn ku piştî hevdîtinê dê daxuyaniyek were dayîn.

Piştre dê şande biçe Silêmaniyê û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê re bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst