Fîdan û Şeybanî rewşa YPGyê gotûbêj kir

Hakan Fîdan û Eshed Şeybanî li Munihê civiyan / Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî rewşa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gotûbêj kir.

Roja înê 14ê Sibata 2025an, 61emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dest pê kir.

Konferans platformek e ji bo gotûbêja li ser mijarên sereke yên ewlehî û siyaseta derve û dê heta 16ê Sibatê bi beşdariya beşeke mezin a serokên Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê berdewam bike.

Mijarên sereke yên konferansê nirxandina agirbestê li Xezeyê, rawestandina şerê Rûsya-Ukraynayê û rewşa Sûriyeyê ne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bûne.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Eshed Şeybanî li Munîhê civiyan.

Di hevdîtinê de mijarên derbarê avakirina Sûriyeyê, pêvajoya avakirina hikûmetê ya li Sûriyeyê dewam dike û têkoşîna dijî DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî agahiyên Fîdan û Şeybanî ji bilî van mijaran mijara YPGyê jî gotûbêj kir.