Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê 3 endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin desteserkirin.
Li gorî agahiyan, doh li navenda parêzgeha Mûşê 3 endamên Meclîsa a Ciwanan a DEM Partiyê Mehtap Yildirim, Nazan Ergun û Fatma Ak hatine desteserkirin.
Mehtap Yildirim, Nazan Ergun û Fatma Ak piştî desteserkirinê birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Mûşê.
Heman rojê li 22 bajaran bi hinceta endamtî, alîkarî û propagandaya PKKyê 179 kes hatin desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li 22 bajaran dijî PKKyê bi navê “Bozdogan” operasyonên hevbeş hatine kirin.
Bajarên ku lê operasyon hatine kirin ev in: Edene, Antalya, Aydin, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Bursa, Kirşehîr, Duzce, Osmaniye, Manîsa, Uşak, Qers, Erdexan, Êlih, Bedlîs, Amed, Erzirom, Dîlok, Mûş, Şirnex û Wan.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse