Li Colemêrgê tirsa erdhejê heye: Çi amadehî tên kirin?

16-02-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Colemêrg Erdhej Amadekarî
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) - Piştî erdhejên 6ê Sibata sala borî, zêdeyî salekê ye pisporên erdhejê bi taybetî hişyariyan ji bo parêzgeha Colemergê didin.

Li parzgeha Colemergê û navçeyên wê metirsiya erdehejê berdewam dike.

Herî dawî li navçeya wê Geverê, bi hêza 4,4 pileyan erdhejek çêbû û di encamê de li hinek gundan zêdetirî 30 avahiyî zerer dît.

Ji bo îdare û rêveberiyên parezgeha Colemêrgê rojeva sereke erdhej e.

Heta niha wekî amadekarî zêdetirî 2 hezar çatir hatine şandin û li Geverê jî navendeke AFADê hatiye vekirin û berdewam kelûpelên pêwîst tên depokirin.

“Em ji tirsa bi şevan diçin malên cîranan”

Welatiyê ku ji erdehejê zerer dîtiye Çavreş Karahan ji Rûdawê re got:

"Her dera xaniyê me qelişiye, em dixwazin alikariya me bikin ji ber ku em nikarin xaniyê xwe çêbikin.

Em ditirsin loma bi şev em diçin mala cîranê xwe. Berdewam erdhej çêdibin û em ditirsin û zarokên me ditirsin.”

5 avahî hatin xirakirin

Li aliyê din, li naveda parêzgeha Colemêrgê pêvajoya xirakirina hinek avahiyên hikumetê yên ku rapor li ser hatiye dan dest pê kiriye û heta niha 5 avahiyên ku ne li gorî pîvanên erdhejê ne hatine xirakirin.

Xebatkarê Îdareya Taybet a Parêzgeha Colemergê Mehmet Kurt jî got:

“Ev karê em dikin amadekariya erdhejê ye, ev avahî yên fermî yên dewletê ne, berê xelk tê de dijiya lê rapor hatiye dan ku bêne xirakirin.

Em avahiyên ku biryara xirakirinê ji rê hatiye dayîn xira dikin.”

Li navçeya Şemzînan û Geverê jî hinek welatî stûn û xîmên avahiyan xwe bi hesin û çîmentoyê bi hêz dikin.

Hezar xanî hatin çêkirin lê 150 xaniyan ruxset heye

Endezyar Ferhat Yalçin ku wan karan dike diyar kir ku par hezar xanî hatine çêkirin lê tenê 150 xaniyan ruxset heye.

Endezyar Ferat Yaçin got, “Sala borî li Şemzînan tenê ji bo yek avahiyê ruxset hatiye dayîn û li Colemergê 40 heta 50 û li Geverê jî 80 heta 90 avahiyan ruxset standiye.

Par li Şemzînan, Gever, Colemerg û Rubarokê nêzîkî hezar avahiyî hatine çêkirin lê tenê 100 heta 150 xaniyan ruxset heye û 800 heta 850 avahiyan jî ruxset nîne.”

Ji bo parêzgeha Colemergê navenda koordinasyona AFADê li Geverê hatiye danîn, biryar e 10 hezar çadir û 3 hezar konteyner bigihîne navçeyê.

Heta niha 2 hezar çadir gihiştine wê navendê û amadekariyên parêzgariyê ji bo erdhejê berdewam dikin.

Parêzgarê Colemergê Alî Çelîk jî got:

“Li gorî erdhejeke pêşbînîkirî em kelûpelên pêwîst li Geverê li depoyekê kom dikin.

Pêwîstiya me bi konteyner, çadir, jeneratoran hebe em dê hemûyan dabîn bikin.

Di heman demê de dê betanî û tûp jî werin depoya me ya Geverê û em dê xwe ji erdhejê amade bikin.”

Şarezayên erdhejê yên Tirkiyeyê bi berdewamî hişyariyan ji bo parêzgeha Colemergê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst