Li Dîlokê 8 qaçaxçiyên koçberan hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê 8 kes bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin.
Li gorî daxuyaniyeke ku ji aliyê Parêzgariya Dîlokê ve hatiye belav kirin, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Dîlokê operasyonek li dijî qaçaxçîtiya koçberan da destpêkirin.
Di çarçoveya operasyonê de li navçeyên Belkîs û Gilgamêşê otomobîlên çend qaçaxçiyên koçberan hatin rawestandin ku hewl didan koçberan ji bajêr bibin rojavayê Tirkiyeyê.
Di encama pişkinînên otomobîlan de 8 kes bi tohmeta qaçaxçitîya koçberan hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê kesên destserkirî piştî karûbarên îfadeyê birin dadgehê.
Ew paşê jî bi biryara dadgehê hatin girtin.
Hat ragihandin ku dest bi ser wan otomobîlan de jî hatiye girtin ku qaçaxçiyan bi wan koçber vediguhastin.