Li Wanê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê hemû çalakiyên wekî meş, civîn û xwepêşandanan 3 rojan qedexe ne.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Wanê ji bilî çalakiyên bi destûra parêzgarî û qaymeqamiyê ne, hemû çalakî ji 14ê Sibatê heta 16ê Sibatê hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku ew qedexe li gorî yasaya meş û xwepêşandanan bi armanca “rêgirtina li ber êrişan”, “parastina can û malê xelkê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî bi heman hincetan qedexe tên ragihandin.

Beriya çend rojan li parêzgehên Amed, Wan, Êlih û Bedlîsê jî bi heman hincetê qedexeya çalakiyan hatibû ragihandin.