Li Semsûrê ji ber otêla kavilbûyî 4 gumanbar hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê di çarçoveya lêpirsîna ser Otêla Îsiasê de ku di erdhejê de kavil bû, 4 berpirsên otelê hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Semsûrê, têkildarî Otêla Îsiasê de ku di erdhejên Meraşê de kavil bûye daxuyanî da.

Li gor daxuyaniya Serdozgariya Semsûrê derbarê otêla navborî de di medyayê de agahiyên şaş tên veguhastin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo berpisên otêla navborî demildest lêpirsînê dest pê kir û lêkolîn bi hûrgilî tên kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de berpirsên otelê Ahmet Bozkurt, Efe Bozkurt, Amîne Bozkurt û Şule Ozbek hatin girtin, ji bo kar û baran ew bo bajarê me yê Adiyemanê hatin şandin. Xebatên me dewam dikin û hemû tedbîr hatine hildan."