Çîroka Masa ya 40 rojî; Di hembêza dayîka xwe ya mirî de sax ma

15-02-2023
RÛDAW
Çîroka Masa ya biçûk di bernameya Rûdaw TVê ya bi navê  “Rûdawî Îro” de ku Nûner Fatih pêşkeş dike hat ser şaşê.
Çîroka Masa ya biçûk di bernameya Rûdaw TVê ya bi navê “Rûdawî Îro” de ku Nûner Fatih pêşkeş dike hat ser şaşê.
Nîşan Erdheja Mereşê Meletî Masa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Sûriyeyî ya li Mereşê di bin xirbeyên xaniyê ku ji ber erdhejê hilweşiyabû de ma. Zaroka bi navê Masa ya 40 rojî ku dayika wê û 2 xwişk û birayên wê mirin, 8 saet piştî erdhejê di hembêza dayika xwe de rizgar bû.

Du erdhejên mezin ên 7,7 û 7,6 ku navenda wê li Bazarcix û Elbîstana Mereşê bû, li Bakurê Kurdistanê Tirkiye, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bû sedema bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest bidin. Erdheja ku li gelek bajaran wêraniyeke mezin pêk anî, herwiha gelek çîrokên cuda jî li pey xwe hişt. Çîroka zaroka 40 rojî  Masa yek ji wan e.

Çîroka Masa ya biçûk di bernameya Rûdaw TVê ya bi navê  “Rûdawî Îro” de ku Nûner Fatih pêşkeş dike hat ser şaşê.

Malbat di du avahiyan de diman

Di erdheja ku 6ê Sibatê pêk hatî de mala malbata Sûriyeyî ya ku li navenda Mereşê di avahiyeke 5 qatî de rûdinişt, hilweşiya. Dayika Masa û 2 xwişk û birayên wê ku li qata 3yemîn a avahiyê bûn jiyana xwe ji dest dan.

Kalikê Masa yê 50 salî ku di dema erdhejê de li qata binî ya heman avahiyê bû û sax ma, wiha behsa wê rojê dike: “Em li du qatên vê avahiyê diman. Li qata duduyan ez û malbata xwe, li qata sêyemîn kur, bûk û neviyên min diman. Dema erdhej çêbû mal bi ser me de hilweşiya. Ez û hevjîna xwe bi hewildanên xwe ji bin kavilan reviyan. Keça min û kurê min ê 28 salî ku bi me re dijî, bi birîndarî xilas bûn. Ew kurê min niha li Qeyseriyê tê dermankirn ye. Kurê min Ebdurrahman ê 13 salî 3 roj piştî erdhejê hat derxistin. Bavê bûka min ku wê rojê bû mêvanê me û keçeke wê jî jiyana xwe ji dest dan.

Li qata jorîn, bûka min û 3 neviyên min diman. Lê mixabin bûka min, kurê wê Ahmet 2 salî û keça wê Fadî Raî ya 4 salî xilas nebûn. Ya herî biçûk, neviya min  40 rojî, di hembêza diya xwe de ji erdhejê rizgar bû.”

Li ser laşê ti birînek nebû

Kalîkê Masayê diyar kir ku ev nêzîkî 6 sal in li Mereşê dijî û qesabiyê dike, da zanîn ku bavê Masa li Stenbolê dixebitî û ji ber wê jî roja erdhejê ne li malê bû.

Bi gotina kalîkê Masa li ser laşê wê ti birîn nebûn û ew dibêje: “Her tim digirî. Bijîşkan muayene kirin. Di laşê wî de yek birîn jî tune. Ti derb lê nebûne, lê tenê birçî ye. Ji ber ku diya wê şîr dida zarokê û ji wê demê ve tiştek nexwariye. Bijîşkan got ku ji ber birçî bû digirî.”

Di roja erdhejê de 5 endamên malbata Masa canê xwe ji dest dan.

Kalîkê wê herwiha anî ziman ku ji ber erdhejê nekarîn yek zilik jî ji mala xwe rizgar nekirin, lewma pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst