Koçberên Efrînê yên li Şehba: Em bi temam hatine paşguhkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Navçeya Şehba li bakurê Helebê ku 5 kampên koçberên Efrînê lê hene, take navçe ye li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ku tu alîkarî jê re nehatine pêşkêşkirin. Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dibêjin ew bi temam hatine paşguhkirin.

Bêhtirî 1200 malbatên ku ji erdhejê ziyan dîtine, ji herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û ji hinek gund û bajarokên Şehba çûne wan kampan.

 Ji nava wan kampan bi riya Rûdawê, koçberên Efrînê bang li hemû rêxistin û saziyên mirovî dikin ku herî zû alîkariyan bigihînin wan.

Konên sar û vala niha bûne penageh ji bo bi hezaran ziyandîtiyên erdhejê ku ji Helebê û gund û bajarokên navçeyê derbider mane. Dîmenên wan ji nav konê malbateke ku ji neçarî ji Efrînê koçberî navçeyê bûye ji Rûdawê re hatine şandin.

Konên kampê bi xwe ne li gor mercên kampên fermî ne. Koçber û mêvanên wan ji sira û sermaya vê zistana dijwar naparêzin. Koçberên ku pêwîstiya wan bi xwe bi alîkariyê hebû, barê koçberên nû bi tena xwe hildigirin.

Koçber Leyla Mehmûd dibêje: “Em li devera Şehbayê ne, bi hezaran xelkê Efrînê li vir in. Piştî erdhejê bi sedan kesan ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berê xwe dan Şehbayê. Heta niha ti xizmet û alîkariyê ji bo wan nehatine kirin. Em daxwaza alîkariyê dikin.”

Bêhtirî 1200 malbatên ziyandîtî ji herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û ji hin gund û bajarokên Şehbayê xwe li kampên koçberan girtine. Nişteciyekî kampê ku ji Rûdawê re axivî, bang li hemû rêxistin û saziyên mirovî dike ku herî zû alîkariyan bigihînin hewcedaran.

Koçber Mihemed Reşîd jî got: “Rewş gelek dijwar e, vê erdhejê rewş dijwartir kir. Alîkarî û xizmet gelek kêm e. Ne derman û ne xwarin nînin. Em dixwazin dengê xwe bigihînin civaka navetewî da ku alîkariya me bikin.”

Çavkaniyên ku ji nav kampan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne dibêjin ku ew ji hemû aliyan ve dorpêçkirî ne. Li gor wan çavkaniyan, navçeya Şehba take vavçe ye li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ku tu alîkarî jê re nehatine pêşkêşkirin.