Erdheja Mereşê: Li 6 parêzgehan proseya lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî hat

Hewlêr (Rûdaw) - Serokayetiya Karesat û Rewşên bilez (AFAD) ragihand tîmên navdewletî yên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam tên Tirkiyê û ji 81 welatan 9 hezar û 456 karmendên biyanî li parêzgehên Mereş, Dîlok, Semsûr û Meletiyê kar dikin. Herwiha 249 hezar û 89 karmendên tîmên navxwe li 5 parêzgehan bi 12 hezar û 235 amêran kar dikin.

Li gor zanyariyên AFADê proseya lêgerîn û rizgarkirinê li parêzgehên Mereş, Dîlok, Hatay, Semsûr û Meletiyê berdewam e. Li parêzgehên Amed, Kilîs, Osmaniye, xarpêt, Riha û Edene bi dawî hatine û proseya rakirina kavilan destpêkiriye.

Tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Fransî, Almanî, Îspanî û Swîsrî rexneyan li AFADê digirin û dibêjin di rakirina kavilê avahiyên hilweşiyayî de lez kirine û divê proseya lêgerîna li pey qurbaniyên erdhejê berdewam be û nabe bi makîneyên kar ên mezin kar bê kirin.

Li aliyekê din li parêzgehê Meletiyê dest bi avakirina kampên konteyniran hatiye kirin. Beşeke ew  konteynirên ku ji Qeterê gihiştine li lîstikgeh û parkên vê parêzgehê tên danîn û şaredarî bo beşek ji wan jî cih amade dike. Bi giştî heta niha 227 hezar û 762 çadir û 48 hezat û 271 kontenit û 2 milyon û 607 hezar û 390 betenî li ser xelkê hatine dabeşkirin.

AFADê ragihand piştî herdû erdhejên bihêz ên 6ê Sibata 2023an ku navenda wê li parêzgeha Mereşê bû 3 hezar û 858 paşlerze çêbûne û got: “Ev hejmareke ciddî ye. Niha jî em dikarin bibêjin ku hejmara erdhejên piştî erdhejê 3 hezar û 900 derbas kiriye. Hejmara erhejên biçûk ên bi hêza 3-4 hezar û 253 ne.

Hejmara erhejên biçûk ên bi hêza 4-5 394 in. Ev nîşan dide ku erdhejek heye ku hema hema ji her 10-15 xulekan carekê erhejeke ku tê hîskirin çêdibe. Hejmara erdhejên bi lerza 5 heta 6an 38 in.

Li gor amarên destpêkê ji tevahiya 47 hezar avahiyan 211 hezar yekeyên niştecihbûnê hilweşiyane yan jî zerereke giran gihiştiye wan.

Berbanga 6ê Sibata 2023an welatiyên 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û  Tirkiyê çavê xwe bi karesateke herî mezin a sedsalên borî, 2 erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 vekirin ku navenda wan li parêzgeha Mereşê bû.

Li gor amarên dawî  li wan parêzgehan zêdeyî 35 hezar û 418 kesan canê  xwe ji dest dane û  zêdeyî 105 hezar û 505 kes jî birîndar bûne.

Kar û xebatên lêgerîna li pey qurbaniyan berdewam in û amar her diçe zêde dibin.