'Heta niha tenê alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gihîştine Rojavayê Kurdistanê'

15-02-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Erdhej Efrîn Rojavayê Kurdistanê Dr. Ehmed Îsa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê çavdêriya dermanxaneyan di Rêveberiya Tendirustiya Efrînê de Dr. Ehmed Îsa da zanîn ku heta niha tenê alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gihiştine Rojavayê Kurdistanê.

Piştî erdhejên ku navenda wan Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiyeyê wêraniyeke mezin pêk anî û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nebûna alîkariyên navneteweyî ji bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yek ji wan sedeman e ku rewşa li wir xirabtir dike.

Berpirsê çavdêriya dermanxaneyan di Rêveberiya Tendirustiya Efrînê de Dr. Ehmed Îsa beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû behsa rewşa Efrîn û Cindirêsê kir.

“Li Cindirêsê herî kêm 1000 kesan jiyana xwe ji dest daye”

Îsa diyar kir ku heta niha di bin xirbeyan de gelek kes hene û hejmar ne fermî ne û wiha got “Li Efrîn û derdora wê 138 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 3 hezar kes jî birîndar in. Li aliyê din li Cindirêsê hezar û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûne. Ez her tim diçim Cindirêsê û têm, bi texmîna min heta niha herî kêm 500 kes di bin xirbeyan de ne.”

“Li nexweşxaneyan cih nema”

Îsa da zanîn ku ji ber kêmbûna cih li nexweşxaneyan wan hin birîndar şandin malê wan û dibêje “Niha li Nexweşxaneya Efrînê ciwanekî ku lingekî wî jêbûye û hemû malbata xwe ji dest daye heye. Em gelek sipasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin, ji ber ku ew pêşî hatin alîkariya me û soza dermankirina vî xortî dan.”

Îsa diyar kir ku ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê kesên ku dê bixebitin hene, lê derfetên wan kêm in û ragihand “Amûrên me yên tenduristiyê zêde nîn in, pêwîstiya me bi nexweşxaneyek baş heye.”

“Heta niha tenê alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatine”

Herwiha Îsa diyar kir ku ew nikarin alîkariya navneteweyî werbigirin û got “Neteweyên Yekbûyî (NY) îro civînek li dar xist, lê heta niha tu alîkarî nehatiye. Heta niha tenê alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatine. Tiştê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî radestî me kir, çi derman be derman, çi hilberên derman an tiştên din bn, pir girîng bû. Me ev alîkarî li Rêveberiya Tendirustiyê kom kirin û li herêmên pêwîst belav kirin da ku nekevin destên kesên din.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst