Galeriya wêneyan

16-02-2023
22 Photos
Bilind T. Abdullah

Piranîya Meraşa ku navenda erdhejê ye wêran bû. Di bin her avahiyek hilweşandî de bêhejmar çîrokên trajîk hene.

Piraniya bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê ku navenda erdhejê bû, wêran bûye û di bin avahî û xaniyên hilweşiyayî de gelek çîrokên trajîk hene.

Zêdetirî 20 kolan û 10 taxên bajêr ji ber erdhejê bi temamî wêran bûne û tîmên navxwe û biyanî bênavber li qurbaniyan digerin. 

Li Mereşê piraniya xelkê heta sibehê xew nakin û li ber xirbeyan li bendê ne ku çarenivîsa malbat û kesûkarên xwe bizanin. Kesên xwebexş jî bi hêviya rizgarkirina kesên sax mane alîkariya ekîban dikin. Li ber her kavilaekê tevî qerîn û hawaran xem heye û rondik ji çavan dirêjin.

Gulgen Ardeş a ku ji bo keç û du neviyên xwe yên bin xirbeyan de bi çavên tejî girî dibêje: “Ez beriya erdhejê çend deqeyan bi telefonê bi wan re axivîm.”

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Li gor amarên herwî dawî yên AFADê heta niha di erdheja Mereşê de li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 36 hezar û 187 kesan canê xwe jidest dane.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw