Li Amedê 25 avahiyên ji ber erdhejê ziyan dîtine dê bên hilweşandin

15-02-2023
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Erdhej Hilweşandina Avahiyan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê  ji bo avahiyên ziyandîtî tîmên pispor yên pişkinînê her avahiyekî kontrol dikin heta niha li gorî avahîyên hatine kontrol kirin raporek hatîye amade kirin.

Li gorî vê rapora ewil li bajêr zêdetirî 260 avahî xisarek giran dîtine yên werin hilweşandin, lê ji avahîyan ji bo 25 heban di zûtirîn dem de biryara rûxandinê hatiye dayîn û ew prose destpe kirîye. Herwaha li heman raporî 280 avahî jî orte xisar dîtine. Lê beşek ji xelkê bawerîya xwe bi raporan naynin û newêrin bikevin malên xwe. Her ji ber tirsa erdhejê û xisara avahîyan zêdetirî 250 hezar kes li cîhên cûda dimînin.

Ji desptpêja erdhejê vir va ye tîmên wezareta bajarvanîyê bi hevkarîya odeya endezyarên avahîsazîyê re li nav amedê digerin avahîyên zîyandîtî kontrol dikin û rapor amede dikin.

Li navçeya Rêzan a Amedê avahîyek ku berî çend rojan tîmên pispor avahîyê kontrol kirine û rapora kêm zirar dane û gotine aram bin û hûn dikarin li malên rûnên, lê rûniştvanên apartimanê baweriya xwe bi raporê naynin. Kêliyên ku em li wir bûn  tîmen pispor carek din avahîyê kontrol kirin û dîsa rapora kêm zirar dan.li hember gotina pisporan devê rûniştvanên avahîyê dibêjin erê  lê dilê wan dîsa qanî nabe.

Welatî Îmamedîn Kiliç got “Vira bê xwarê em ê çibikin. Em dikarin gunehê xelkê bixin sitûyê xwe. 32 mal in. Xefîf xirar lêxistine, yek, du, sê, çar, pênc ma ez dikarim gunehê xelkê bixim stûyê xwe. Ez îna nakim. Va kolan li ber çevan e.”

Welatî Naxşî Fîdan dibêje “Pênc şeş heb cihan kolon derizîne çûne, her kundiçe jî zêde dibe. Em têda rûdinên. Cîhek ku em herin jî tune ye.Em ditirsin, em nizanin em ê çawa bikin. Zarom naçìn hundir, dibêjin em nakevin vê bînayê.Em gel li derva ne, em hinek rojan diçin, em li ortê mane. Em nizanin em ê çawa bikin.”

Welatî Bayram Karadûman ragihand îRoj bi roj qerşên van kolonan zêde dibe, ne rojek e, ne du roj e, em ji tirsa newêrin werin fukanên xwe. Wezareta bajarvanîyê tên dibêjin tiştek tune.”

Di erdhêjê de li amedê yek jê vala 7 avahîyê rûxyabûn. gorî rapora ewil a wezareta bajarvanîyê li bajêr  261 apartmanî xisara giran,280 apartman orte xisar  dîtine,û ji bo 25 avahîyan giranxisarî di zûtirîn dem de biryara rûxandinê hatîye dayîn.

Li nav bajêr tespîta avahîyên xisar dîtî dewam dike egere ku sibê roj hejmar zêde bibin,li alîyek din bo siberojek  bê tirs pispor li hişyarîyên xwe berdewam in.

Endezyarê Avahîsaziyê û Mamosteyê Zaningeha Dîcleyê Prof. Dr. Idrîs Bedirxanoglu got “Li gorî fikra min sedema yekemîn exlaq e.Gerek e em exlaqê xwe biguherin.Yanî em di her tiştek xwe kêmasî çêdikin,ev e 80 sal berî niha li Erzînganê erdhejek çêbûye weke vê erdhêjê mezin bû ew erdhej,kêmasîyên di avahîyên ku di wê erdhejê hebûn eynî kêmasî di van avahîyan de jî hene mixabin.Eva 80 sla borîye endezyar eynî tištê dibêjin,eynî hişyarîyan didin lê mixabin li gor wan hişyarîyan avahî nayên çêkirin.Muheqeq heke avahî li gorî teknîka endezyarîyê werin çêkirin ew avahî yê teqez li ser linga bimîne,însanê tê de yê miheqek sax bìlimînên yê însan jîyana xwe ji dest nedin.”

Li Amedê zêdetirî 250 hezar welatî ji tirsa erdhejê û ji ber avahîyên ziyan dîtî li mizgeftan,li navendên werzîşê,li eywanên şahîyan,li dibistan û konbajaran dimînîn ew çeverê ne ku rewş normalize bibe û bizivirin malên xwe,lê ew dem kîjan e ew jî di tev de kes nizane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst