Galeriya wêneyan

15-02-2023
12 Photos
RÛDAW

Taxa Emeniya a Vakiflî ya li navçeya Samandagê ya Hatayê ji erdhejên navenda wê Mereşê e,  bêyî ku kesek canê xwe ji dest bide yan jî avahiyek hilweşe derbas kir.

Di erdheja 6ê Sibata 2023an de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bû û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Bi kameraya dronê dîmenê Taxa Vakifliyê ya li Hatayê  ku Ermenî lê dijîn hat tomarkirin.

Di erdhejê de tu ziyanê canî çênebûn, tenê beşeke dîwarên derve yên Dêra Meryem Ana ku yek ji sembolên gund e, zirar dîtin.

Foto: AA