MELETÎ: Erdhejê rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê dijwartir kiriye

15-02-2023
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Erdhej Meletî Penaberên Kurd Kobanî
A+ A-

Meletî (Rûdaw) - Tîma Rûdawê li bajarê Meletiyê çû nav konbajara ku piranî ji penaberên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê pêk tê. Ew bi salan e berê xwe dane Meletiyê, lê di erdhejê de xaniyên wan jî xirab bûye, heta hejmarek penaber jî canê xwe ji dest dane.

Li konbajareke ku ji 270 konan pêk tê, derdora 2 hezar penaber dimînin. Lê di piraniya konan de 2-3 malbat yanê 10-15 kes bi hev re dimînin. Hejmarek zêde penaber jî ji Kobaniyê ne. Di konekê de 3 malbat, 18 kes bi hev re dimînin.

Dema xwarin an alîkarî tê belavkirin jî dorên dirêj çêdibin û ji ber tunebûna koordînasyoneke sîstematîk alîkarî nagihîje gelek penaberan. Penaber dixwazin ku saziyên alîkariyê ji bo wan kon û konteyner peyda bikin û ew di şert û mercên mirovî de bijîn.

Li navçeya Battalgazi ya bajarê Meletiyê, li vî kona 4-5 metreçarçik de ji 3 malbatên penaber ên ji Kobaniyê 18 kes bihev re dijîn. Fedîle Xoce bi 8 zarok, hevjîn û du malbatên merivên xwe re ancax karibûne konek bidest bixin û tê de star bûn.

Penabera Kobaniyê Fedîle Xoce “Êdî li vê derê îş nabe. Ewropa an dereke bo selametiyê de baş be.”

Niştiman Hemîd a ji Kobaniyê ku di hembêza wê de kurê wê heye. Niştiman dayika 6 zarokan e û li gel hevjînê 8 kes di konekê de dimînin.

Penabera ji Kobaniyê Niştiman Hemîd got “Aniha jî em hatin vê derê çadir dane me, em tê de rûniştine. Zarokên hûr hene zêde zehmet e. Em dê çi bikin. Hema her tişt lazim e.”

Wek mexdûrên din ên erdhejê, alikariyên ji bo penaberên mexdûr jî birêkûpêk nayê belavkirin. Li gel ku xwarin rojê 3 dan tê dayîn jî, cilûbergên zivistanê û kelûpelên hijyenik nayê belavkirin.

Penaber Mistefa Şêx Xidir dibêje “Xwarinên wek şorbe nîsk hene  wekî din cil nayên, betanî nayên, tiştek nayê. Gişt li vê derê veşartî ne.”

Li gel ku li van konbajaran hewcedariya xelkê bi gelek tiştan heye jî, hin penaber ji ber tirsa vegerandina bo Sûriyê naxwazin rû û nasnameya xwe eşkere bikin û biaxivin. Lewra ew dibêjin em jixwe penaber in, herî dawî xelk tê hawara me.

Penaberê ku naxwaze nav û nasname eşkere bike anî ziman “Li vir halê me dibînî, rezalet e. Ne çadir hene ne jî tiştek din. Yên ku çadirek didinê jî 25 şexs tê de rûdinên û heta niha singêrek û betaniyek danê. Yanî ew 25 meriv li ser piyan jî bisekinin nikarin razên. Di vê sermayê de van zarokan perîşan bûne.”

Ew penaberên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê ku ji şerê navxweyî reviyabûn û li Tirkiyê bûbûn penaber, niha jî di erdhejê de car din ji malên xwe bûn. Ew di şertên giran de li van konbajaran dijìn û her daxwaza stargehek ewle dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst