Mesrûr Barzanî û Macron li Parîsê dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê serdana Fransayê bike û dê bi serokê wî welatî Emmanuel Macron re bicive.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro Çarşemê 15ê Sibatê di civînêke çapemeniyê de li Hewlêrê ragihand, piştî bidawîbûna Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan ku li Îmaratê hat lidarxistin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî diçe Fransayê.

Sefîn Dizeyî diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê roja Pêncşemê 16ê Sibatê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtinê bike.

Dizeyî derbarê ajendaya civîna navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Emmanuel Macron de jî got, “Rewşa herêmê dê were gotûbêjkirin; rewşa ewlekarî û aborî dê were nirxandin; Her wiha dê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û peywendiyên Hewlêrê bi welatên derve bi giştî û Fransayê bi taybetî jî gotûbêj bikin.”

Safîn Dzeyî got ku civîn li ser bingeha têkiliyên berê ye û destnîşan kir: “Fransa di warê helwest û pêwendiyan de li herêma Kurdistanê pêgeha xwe hebûye û Herêma Kurdistanê jî li Fransayê xwedî pêgeha xwe ya taybet e.”

Fransa yek ji endamên çalak ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û li Herêma Kurdistanê û Iraqê hêz û şêwirmendên wê yên leşkerî hene.

Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Fransayê yên bihêz hene û her du serokên dawî yên Fransayê jî serdana Hewlêrê kirine.

Di Îlona 2014ê de Serokomarê wê demê yê Fransa Francois Hollande serdana Hewlêrê kiribû û di Tebaxa 2021ê de jî Emmanuel Macron serdana Herêma Kurdistanê kiribû.