Selma Aslan: Li Semsûrê malbatek tenê 2 rojan di mala xwe de man û xanî herifî

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Odeya Bînasaziyê ya Amedê Selma Aslan dibêje, gendelî û avakirina xaniyan li ser erdê çandiniyê sedemên sereke ne ku ew qas qurbanî ji ber vê erdhejê çêbûne. Selma Aslan herweha haydariyê dide ku ew kampên xîvetan ku li Amedê hatine vekirin li cihekî metirsîda in û eger heye bikevin ber lehiyê.

Selma Aslan Hevseroka Odeya Bînasaziyê ya Amedê mêvana bultena demjimêr 13:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê bû, û behsa wan kêmasiyan kir ku di avakirina xaniyan de hatine çêkirin.

Selma Aslan got, “Eger em temaşeyî wan avahiyan bikin ku li Amedê herifîne bi taybet li navçeya Galerî ku du avahiyên wê herifîne mohleta wan heye lê plana avakirinê hatiye guhertin.”

Selma Aslan herwiha got ku hin guhertinên li derveyî planê ku di wan avahiyan de hatine kirin bûne sedema ziyanên mezin, li navçeya Galeriyê projeyeke nîştecîbûnê hebûye lê hewl dane navçeyê mezin bikin ji ber wê di dema erdhejê de gelek ziyan dîtiye.

Hevseroka Odeya Bînasaziyê ya Amedê dibêje ku cudahî di navbera wan avahiyan de heye ku berî sala 99an û piştî sala 99an hatine avakirin, avahiyên berî 99ê ku kevin bûne zûtir herifîne, lê di nava avahiyên piştî sala 99ê de hin rêkar hatine cîbicîkirin.

Selma Aslan Xala ku li vir giringe çawaniya karkirina mekanîzmaya cîbicîkirina rênimayane ye  ku em dibînin kêmasî hatiye kirin, ev xemsarî hem di nava şaredariyan de bûye û hem jî di milê kompaniyan  û peymankaran ve hatiye kirin.

Hevseroka Odeya Bînasaziyê ya Amedê bi şirovekirina wan plan û rêkarên ku pêwîste bêne meşandin got, di dema karkirinê de pêwîste ku şîş û betona ku tê bikaranîn li gorî şert û mercên deverê bêne kontrolkirin, lê xemsarî di vê yekê de jî hatiye kirin. 

Herweha rexneyê ji gendeliya di nava şaredariyan de digre û dibêje ji bêr gendeliya di nava şaredariyan de ev hemû xesara mezin çêbûye. 

Selma Aslan dibêje, wan weke odeya bînasaziyê ya Amedê serdana bajarên din ên weke Semsûr, Mereş , Meletiyê, Elbistan, Bazarcix û Golbaşiyê kirine û tekez dike, avahiyên ku nû hatine avakirin jî herifîne. Selma Aslan got, hin avahiyên ku di salên  2009 – 2010 -2019 yan 2020ê de hatibûn avakirin, herifîne.

Bi gotina Selma Aslan, li Mereşê malbatek ku roja înê derbasî nav xaniyî xwe bibûn roja yekşemiyê bi ser wan de herifiye 

Selma Aslan dibêje ku gelek ji avahiyên ku hatine çêkirin berî niha erdê  wan cihê çandiniyê bûne ji ber wê û gelek ziyan û pirsgirêkên mezin derketine û xesareke mezin dane.

Hevseroka Odeya Bînasaziyê ya Amedê destnîşan dike, “Pêwîste ku ji niha û pêde giringî bi lêkolîn û nerîna kesên jeolojiyê bê dan û bo bajarên ku nû dixwazin ava bikin divê cihê guncaw bê hilbijartin.  Herweha pêwîste di yasayê de hin pirsgirêkên ku hene bêne guhertin û mekanîzmeyeke nû di warê zaniestî, teknîkî û kesên pispor de ku karê bînasaziyê dikinçêbe.”

Pirsgirêkeke din cihê xîvetên kesên derbider e, Selma Aslan daye xuyakirin cihê ku li Amedê xîvet têde hatine vedan gelek metirsîdare û ne guncawe ji ber ku ew li ser zemîna rûbarê Dîcleyê hatine avakirin û metirsiya lehiyê heye. 

Li Amedê ji ber Erdheja 6 sibatê ku li 10 parêzgehên Bakurê Kurditanê û Tirkiyê çêbû, 7 avahî herifî ne, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihaye 386 kesan û 902 kes birîndar bûne, herweha 30 kes di bin çavdêriya hûr de ne û 824 kes jî ji nexweşxaneyê derketine.