Cenazeyên jin û zarokên Dengbêj Mihemedê Nenyasî hatin derxistin

Amed (Rûdaw) - Li Amedê cenazeyên hevjîn û 3 zarokên dengbêjê Kurd Mihemedê Nenyasi (Mehmet Tanrıverdi) ku di erdheja 6ê Sibatê de ketibûn bin kavilên avahiyekê, 13 sibatê hatin dîtin. Lê dengbêj Nenyasî bixwe, piştî 10 rojan hêj di bin xirbeyan de maye û tiştek li ser çarenivîsa wî nayê zanîn.

Roja 6ê Sibata 2023 du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 pileyên Rîxter ku navendên wê li parêzgeha Mereşê bûn, 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û bûne sedema wêraniyeke mezin û li gor amarên fermî

Di erdhejên 7.7 û 7.6 ên ku di 6ê Sibatê de li Mereşê pêk hatin û li 10 parêzgehan wêraniyeke mezin çêbû, li gor amarên fermî heta niha 35 hezar û 418 kes li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane û 105 hezar û  505 kesên din jî birîndar bûne.

Di encama wan herdu erdhejan de li parêzgeha Amedê jî nêzî 20 avahî hilweşiyan.

Di erdhejê de li navçeya Yenîşehîr a Amedê avahiya ku mala dengbêjê navdar ê Amedê Mihemedê Nenyasî (75 salî) lê bû hilweşiya û ew bixwe ligel hevjîna xwe Servet, keçên wan Nermîn û Ayfer û kurê wan Yunus Tanriverdî di bin kavilan de man.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Amedê Abdulselam Akincî ragihand, 13ê Sibatê termên bê can ên hevjîn û 3 zarokên Dengbêj Mehmet Tanriverdî hatin dîtin û ji bin xirbeyan hatin derxistin.

Dengbêj Cemal Tanriverdî birayê Dengbêj Mehemedê Nenyasî yê ku li ber xirbeyan li benda agahiyekê derbarê çarenivîsa wî û malbata wî bû, diyar kir ku birayê wî kirêçî ye û berî 4 mehan ji aliyê xwediyê malê ve hatibû derxistin û wî mala xwe bo wê avahiyê bar kiribû.

Hevalê Dengbej Nenyasî, Dengbêj Mehmet Tepe jî ji bo hevalê xwe şîn kir û got, “Di jiyana xwe ya 70-80 salî de tu carî xwe rehet hîs nekir.”