Galeriya wêneyan

15-02-2023
19 Photos
Omer Sonmez

Li parêzgeha Meletiyê mexdûrên erdhejê li konê ku li Baxçeyê Mşlet ê li navçeya Battalgaziyê hatiye vedan bi cih dibin.

Li wî konbajarî di bin 270 çadiran de bi giştî 2 hezar kes dijîn. Piraniya mexdûrên erdhejê yên li wir hatine bicihkirin, penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne. Li bin hin çadiran 2-3 malbat ango derdora 15-20 kesan dimînin.

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê Rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Mereş, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî, Hatay, Osmaniye, Xarpêt, Edene û Amedê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Foto: Omer Sonmez / Rûdaw