Mithat Sancar bo Rûdawê: Lêborîna avadaniyê yek ji sedemên girîng ên vê karesatê ye

15-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Mithat Sancar Amed Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar ragihand ku ew weke partî her tim rewşa herêmên erdhejê dinirxînin û got, “Em weke partî tişta ji me tê dikin. Em dê bi hev re vê karesatê derbas bikin." Sancar herwiha diyar kir ku “lêborîna avadaniyê yek ji sedemên girîng ên vê karesatê ye” û ew berê jî li dijî “efûya avadaniyê” bûn.

Hevserokên HDPê Mîthat Sancar û Pervin Buldan îro li Amedê bûn û serdana ziyandîtiyên erdhejê kirin. Mîthat Sancar destpêkê çû avahiya Amedsporê ku her ji destpêkê ve navenda xwe ji bo ziyandîtiyên erdhejê terxan kiribûn.

Piştî serdana xwe jî bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê da û ragihand ku li navçeyên erdhejê rewşa xelkê gelek xirab e û ew jî weke HDP li gel saziyên din ên alîkariyê di peywendiyê de ne da ku bi awayekî baştir alîkariya ziyandîtiyan bê kirin.

Mithat Sancar li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê Abdusselam Akincî ya "Hûn rewşê çawa dinirxînin?" wiha got: “Rewş ne baş e, helbet rewş xerab e, lê alîkariya gel pir girîng e. Alîkariya rêxistinên sivîl jî pêwîst e. Weke partî em çi ji destê me tê dikin. Em dê bi hev re vê karesatê derbas bikin.”

Sancar diyar kir ku ew bi herêmên erdhejê re her tim di nava têkiliyan de ne û got: “Her roj em dinêrin ka rewş çi ye, çi agahî hene. Li vir û li Enqerê jî navendên me hene. Hevalên me li hemû bajaran dixebitin. Em li gor rewş û pêwîstiya tevdigerin û tedbîran distînin. Ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê jî em bi Odeya Tabîban, TMMOB, Amedspor û yên din re hevdîtinan dikin. Em bi hev re dixwazin pêdiviyên gelê xwe bi cih bînin.”

"Em ji destpêkê ve li efûya avadaniyê bûn"

Mithat Sancar, li ser îdiayên ku stûnên avahiyên hilweşiyayî yên li Amedê hatine birîn got ku  di civîna ku bi Maseya Krîzê ya HDPê re dê wê mijarê binerxînin.

Sancar destnîşan kir ku ew bi rêxistinên din re li wê mijarê dixebitin û wiha pê de çû: “Komîsyona yasayî ya partiyê jî ligel baro û parêzeran li dijî tinekirina delîlan kar dike. Di vê navberê de sûcekî mezin heye û em dê hem di warê qanûnî û hem jî di warê siyasî de çi ji destê me bê em dê bikin da ku bê hesap nemîne û berpirsyar bên dîtin.”

Li ser pirsa derbarê “efûya avadaniyê” ya ku bi qanûna torba ya beriya hilbijartina Serokomariyê ya sala 2018an li parlamentoya Tirkiyê hatibû qebûlkirin jî Sancar got: “Navê efûkirina avadaniyê ew bû ku bi fermî bikaranîna avahiyên xerabûyî bû, ya rastir ji bo fermîkirina bikaranîna wan bû. Em ji destpêkê ve li dijî efûya avadaniyê bûn û di serdema AKPê de di nava van 20 salan de 9 caran efûya avadaniyê çêbûye û 3 milyon avahî li xwe girtine. Wê demê me hişyarî da. Hevalên me yên li parlamentoyê û yên din hişyariyên xwe kirin. Me her tim digot ev vexwendina kuştinê ye. Li welatekî ku li herêma erdhejê ye, rêdana bikaranîna avahiyên bê destûr, bi rastî yek jî sedemên girîng ên vê karesat û wêraniyê ye.”

“Li ser hilbijartinan tiştek nepirsin”

Li ser pirsa rojnamegerekî ya derbarê hilbijartinan de jî Sancar amaje bi wê yekê kir ku niha ne dema wê yekê ye ku behsa siyasetê bê kirin, di demekê de ku rewşa xelkê ew qasî xirab e, nabe ku mirov li ser siyasetê baxive. Û got: “Di derbarê hilbijartinan de tiştek nepirsin. Paşê gelek dem û cihê hebin mirov li ser wê biaxive. Ya ku divê em li vir bikin ew e ku em li êş û azarên gelê xwe binerin û çawa dikarin bi hev re li hember vê wêraniyê bisekinin. Armanca me ew e ku em hevkarî û hevgirtinê bi awayê herî baş pêk bînin.Dîmenê ku em li vir dibînin cihê kêfxweşiyê e. Wate Amedspor jî xizmeteke pir baş dike, di bin navê hevgirtinê de karekî pir baş dike. Herwiha bi lez li tevahiya Amedê rêxistinbûneke sivîl çêbûye. Hem ode, hem rêxistinên pîşeyî û hem jî yên kedê û hem jî partiya me jixwe li qadan e, koordînasyona me jî heye. Bi lez xwe birêxistin kirin û hewl dan ku pêwîstiyan bi cih bînin. Ez dibînim ku ew di van hemûyan de pir serkeftî ne. Amed mînakeke baş a hevgirtinê ye. Ez jî spasiya hemûyan dikim.”

Piştre jî şanda HDPê ya ku li Taxa Mewlana Halît serdana mexdûrên erdhejê kirî, li navçeya Kayapinarê bi Navenda Koordînasyona Krîzê ya partiyê re hevdîtin pêk anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst