Li Semsûrê jinek 77 salî piştî 212 demjimêran hat rizgarkirin

15-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Semsûr Rizgarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jineke temen 77 salî piştî erdhejê bi 212 demijimêran ji bin kavilê avahiyekê hat rizgarkirin.

Kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirina li qurbaniyên erdheja 6ê Sibata 2023an ji bin kavilan berdewam in.

Roja Sêşemê 14ê Sibata 2023an li parêzgeha Semsûrê Fatma Gungor ku temenê wê 77 sal in piştî erdhejê bi 212 demjimêran, ji bin kavilê apartmana bi navê Merve hat rizgarkirin.

Di erdheja 6ê Sibata 2023an de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bû û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Li gor amarên dawî ku roja 14ê Sibata 2023an Serokkomarê Tirkiyê ragihandine hejmara kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane bo 35 hezar û 418 kesan zêde bûye û 105 hezar û 505 kes jî birîndar bûne. Kar û xebatên lêgerîna li pey qurbaniyan berdewam in û amar her zêde dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst