Cotkaran ji ber barîna berfa zêde qûrban serjêkirin

15-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qerqelî ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê cotkaran ji ber barîna berfa zêde bi hêviya ku ew berf  bereketa berhemên wan zêde bike qûrban serjêkirin.

Sala derbasbûyî li Bakurê Kurdistanê berf û baran weke pêwîst nebariya û li seranserî parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişkesalî hebû. Vê yekê jî herî zêde bandor li çandiniyê kir û berhemên cotkaran ji ber bê aviyê hişk bûn. Lê îsal berovajî sala borî li beşeke zêde ya parêzgehên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde bariyaye û cotkar ji rewşa heyî kêfxweş in û bi hêvî ne ku ev berf bandorê li berhemên wan ên çandiniyê bike.  

Li taxa Emek a girdayî navçeya Qelqeliya Wanê jî îsal berfeke zêde bariyaye û cotkarên navçeyê ji vê yekê kêfxweş in.

Beşek ji wan cotkaran bi hêviya ku berfa li navçeyê bariyaye bereketa berhemên wan zêde bike qûrban serjêkirin û xwarina ji goştê wan li xelkê taxê belav kirin.

Muxtarê taxa Emek Abdullah Korkmaz amaje bi wê yekê da ku ew sala derbasbûyî  rûbirûyî hişkesaliyeke zêde bûne û got: “ Spas bo xwedê ku îsal ji ber barîna berfa zêde em gundî bûn yek û me du qûrban serjêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst