Dîwana Cegerxwîn bo tîpên aramî hat veguhestin

15-02-2022
RÛDAW
Karê wergera Dîwana Cegerxwîn ji sala 2019 ve ji aliyê mamosteyekî Zanîngeha Zaxo ve hatibû amadekirin
Karê wergera Dîwana Cegerxwîn ji sala 2019 ve ji aliyê mamosteyekî Zanîngeha Zaxo ve hatibû amadekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Diwana Seydayê Cegerxwîn ji tîpên latînî bo aramî hate wergerandin û bi merasîmekê derkete pêşberî xwîneran.

Wergera Dîwana Cegerxwîn ji aliyê mamostayekî Zanîngeha Zaxo ve hatibû amadekirin. Hejmareke zêde ji mamosta, xwendekar, berpirs û nûnerên malbata Cegerxwîn di merasîmê de amade bûn.

29 berhemên qet nehatie çapkirin

Li gorî gotina malbata Cegerxwîn, hîna 29 berhemên wî ên neçapkirî mane.

Neviya Cegerxwîn Slîva Keyû dibêje “Hinek berhemên Cegerxwîn mane ku hê jî nehatine belavkirin û çapkirin. Destnivîsên wî ne. 29-30 pirtûkên wî nehatine belavkirin, ew jî li mala bavê min in û bo projeyên pêşerojê ku kesek bixwaze çap bike.”

Zanîngeha Zaxo karê wergerê kir

Karê wergera Dîwana Cegerxwîn ji sala 2019 ve ji aliyê mamosteyekî Zanîngeha Zaxo ve hatibû amadekirin.

Amadekarê Dîwana Cegerxwîn Faxir Hesen got “Ev berhem ji 11 dîwanan pêk tê û bergekî din jî ferhengoka Dîwana Cegerxwîn e. hemû Dîwan ji 881 helbestan pêk hatiye.”

Dîwan ji aliyê Şehîd Mehmûd Halo ve bi destnivîs hatibû nivîsîn. Zanîngeha Zaxo jî ew destnivîs wergirt û berhev kir û piştre wergêrand.

Hêdî Mehmûd Halo kurê Şehîd Mehmûd Halo diyar kir “wergeradina Dîwana Cegerxwîn ji tîpên latînî bo tîpên aramî ji aliyê Şehîd Mehmûd Halo ve, bi destxtên wî me dît ku bi xeteke gelek ciwan û şarezayeke zêde nivîsandiye.”

Cegerxwîn yek ji helbestvanên navdar ê Kurd bû. Cegerxwîn sala 1903 li gundê Hesarê yê Bakurê Kurdistanê jidayik bibû. Bandora berhemên sofîgerî li ser wêjeya wî hebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst