Tirkiyê careke din Çiyayê Gare bombebaran kir

15-02-2021
RÛDAW
Tirkiyê careke din 2 cih li Çiyayê Gare bombebaran kirin
Tirkiyê careke din 2 cih li Çiyayê Gare bombebaran kirin
Nîşan Çiyayê Gare Kurdistan Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rojek bidawîanîna operasyona Tirkiyê bo ser Çiyayê Gare ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, careke din firokeyên Tirkiyê sê cih li sînorê nehyeyên Etruş, Dêreluk û Amêdiyê bombebaran kirin.

Rêveberê Nehyeya Etrûşê Şêrdil Simu Cuqî ji Rûdawê re got, demjimêr 13:10 deqe firokeyên Tirkiyê Çiyayê Xêrê nêzîkê gundê Serka li sînorê wan bombebaran kirine, ti ziyaneke canî nebû, lê tirs û xof li ba xelkê nançeyê çêkiriye.

Her heman demê du cihên din li sînorê qezaya Amêdiyê û Çiyayê Gare hatin bombebaran. Çavkaniyeke agahdar ji qezaya Amêdiyê ji Rûdawê re got, demjimêr 13:30 deqe firokeyên Tirkiyê sê caran Geliyê Zendik li quntara Çiyayê Gare nêzîkê gundê Êkmalê ser bi nehyeya Dêrelukê û Çiyayê Metîna nêzîkê navenda qezaya Amêdiyê bombebaran kirine.

Derbarê zerar û ziyanan de heman çavkaniyê ku nexwest navê wî were belavkirin ji Rûdawê re got, ti zerareke canî nebûye, lê tirs û xof li ba xelkê deverê çêkiriye.

Berî niha di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 leşkerên Tirkiyê ku di destê PKKê de esîr bûn, hatine kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan 13 serbazên dîl tometbar dikin.Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê dibêjin, PKKê di dema operasyona li Çiyayê Gare de ew serbazên Tirkiyê kuştine û gule li ser û stuyê wan dane. Lê PKK wê yekê weke tomet bi nav dike û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê red dike.

Îro Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da xuyakirin ku ew dê rastiya wan bûyeran di nav parlementoya xwe de eşkere bikin. 

Erdogan herweha Amerîka kir û got ew piştevaniya PKK û PYDê dike Erdogan dibêje êdî kes nikare li hember wan pêngavên ku Tirkiyê li Iraq û Sûriyê davêje lêpirsînê li gel wan bike.

Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Çengê Baz-2 destpê kir ku îro Yekşemê 14ê Sibata 2021an Wezîrî Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar li Şirnexê bidawîbûna operasyonê ragihand.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, di şerê Gare de dibêje tenê 3 efserên wan hatine kuştin û 3ê din jî birîndar bûne, di hember de jî 48 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 gerîlla jî hatine desteserkirin.

Lê Hêzên Parastina Gel (HPG) jî dibêje, ew amarên artêşa Tirkiyê derbarê şerê Gare de belav kirine nerast in û heta niha kuştina zêdeyî 30 serbazên Tirkiyê li Gare ragihandiye. HPG herwiha ragihandiye, ew dê di demeke nêzîk de amarên taybet bi şerê li Gare belav bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst