Derûniya mexdûrên erdheja Xarpêtê têk çûye

Xarpêt (Rûdaw) - Zêdeyî 20 rojan di ser erdheja Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê re derbas bûne ku ew bajarê bi hêza 6.8 pile hejiya û bû sedema zerarên giyanî û malî. Beşek ji mexdûrên erdhejê dibêjin rewşa wan gelek dijwar e, û derûniya wan têk çûye.

Bi hezaran mexdûrên erdhejê ku niha di çadiran de dijîn, gazinan ji wê yekê dikin ku çarenivîsa wan nediyar e û nizanin çi tê serê wan. Ew nerazîne ji wêya ku xanî ji xwedê mal re tên çêkirin û ti hesabek bo kirêçî û zerarên kirêçiyan nayê kirin.

Mexdûrên erdhejê herwiha dibêjin, rewşa wan a derûnî gelekî dijwar e.

Mexdûra erdhejê Gunay Yildiz ji Rûdawê re got: “Ez behsa kîjan derdeseriyên xwe ji te re bikim? Kîjan? Du zarokên min li zanîngehê ne. Ez deynê karta krediyê didim û divê 1500 lîre kirê bidim. Temaşe dikim ew xaniyê ku dixwazim bi kirê bigirim behayê mehane 600 lîre ye lê daxwaza 1500 lîre dike. Nabêjin ew xelk çi dikin? Welatî çi dikin? Xanî nînin û heta kengî ev dijwarî berdewam dibe? Bi vê sermayê zaroka xwe ji çareseriya xwezayî tînim, bireve bo vî alî û bireve bo wî alî, bi rastî em dixwazin dengê xwe bighînin.”

Di demekê de medyakarê naskirî yê Tirkiyê Acun Ilicali, bi rêya kanala xwe ya televizyonê kampanyayeke taybet bo komkirina alîkariyê ragihand û bi wê rêyê 73 milyon lîreyên Tirkî kom kirin ku dike nêzîka 12.2 milyon dolarên Amerîkî, lê mexdûrên erdhejê dibêjin; ev pereyên han wek hejmar bihîstine lê nedîtine!

Derbarê vê yekê de mexdûra Erdhejê Sevim Ataş wiha axivî: “Acun Ilicali çiqas pere şandin? Me ti hevkariyek nedîtiye? Hemû tiştên min ketin bin kavilan. Min nikarî tiştekî rizgar bikim, ji ber kesî min nîne. Hemûyan kel û pelên xwe derxistin û min nikarî. Bila mezinên me hevkariya me bikin.”

Hejmareke zêde ya mexdûrên erdhejê, bi taybetî akinciyên avahiya Dîlek ku bi tevahî hilweşiya, xwe wek deyndarê hotêleke navçeyê dibînin û dibêjin; wê hotêlê deriyê xwe ji wan re vekiriye.

Mexdûrê erdhejê Muhyettin Ozdemir jî got: “Vê hotêlê her ligel yekem kêliya erdhejê, ev avahî ku min bi çavê xwe dît hilweşiya, yekser derî ji hemûyan re vekir û bê beramber hemû bûfe ligel cihê manê, xwarin û vexwarinê vekirin. Em ji vê derê têkiliyê ligel şaredariyê dideynin lê şorbeyekê bo welatiyan naşîne.”

Rêveberê hotelê tekez dike ku ji destpêka kêliyên erdhejê ve û berî tîmên peywendîdar bigihin cihê bûyerê wan dest bi veguhestina birîndaran kiriye.

Rêveberê Hotelê Serkan Sertkaya dibêje: “Rasterast dema em bi hewara xelkê nav avahiya hilweşiyayî ve çûn, wan dikir hewar û daxwaza hevkariyê dikirin. Zarok jî hebûn. Me yekem birîndar anî hotêla xwe û heta wê dema ambûlans û berevaniya şaristanî gihiştin navçeyê, me bi otomobîlên xwe birîndar veguhestin nexweşxaneyê.”

Erdhejê zêdetir bandor li parêzgahên Xarpêt û Meletiyê kir. Ji ber erdhejê 41 welatiyan cane xwe ji dest dan û 1607 birîndar bûn. Heta niha 1523 kesan çareserî wergirtine û ji nexweşxaneyan derketine. Herwiha 16 welatî di çareseriya lezgîn de ne û 84 kes jî berdewam çareseriyê werdigirin.