Serok Barzanî û Eyad Elawî li ser sê xalan rêkevtin

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê Eyad Elawî hevdîtineke pêk anî û di hevdîtinê de Barzanî û Elawî li ser sê xalan derbarê hikûmeta nû ya Iraqê de rêkeftin.

Îro Şemiyê 15ê Sibata 2020an li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Îtîlafa Wetenî ya Iraqê Eyad Elawî kir û di hevdîtinê de Barzanî û Elawî rewşa siyasiya Iraqê û pêşhateyên vê dawiyê yên navçeyê nirxandin.

Di civînê de Serok Barzanî û Elawî hûrî pêşhatên rewşa Iraq û navçeyê û mijara pêkanîna hikûmeta veguhêz ya nû li raqê gotûbêj kirin.

Herwiha Barzanî û Elawî li ser sê xalan derbarê hikûmeta nû ya Iraqê de rêkeftin û ew xalên li ser rêkevtine ev in:

Yekem: Herdu aliyan tekez kirin ku Iraq pêwîstiya wê bi mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê heye, bo hevkariya welat bike di rûbirûbûna metirsiyên terorê bike, bi taybet jî bi berçavgirtina tevgera vê dawê ya DAIŞê.

Duyem: Iraq welatekî fireh netewî û pêkhateyan e û ti aliyekî siyasî nikare derbarê biryarên çarenivîsaz ên dewletê û paşaroja wê, bi serê xwe  bide, ji ber ku ew dibe gef li ser yekparçeyiya welat û aştiya civakî.

Sêyem: Pêwîst e pêkanîna hikûmeta nû, nûnertiya hemûyan bike û hemû pêkhateyên Iraqê beşdariyê tê de bikin, heta yekgirtîbûna niştimanî û daxwazên aştîxwaz ên xwepêşanderan û tevgera camewerî lixwe bigire.