Kongreya YNKê bûye mijara serekî ya gotûbêjê

Silêmanî (Rûdaw) – Civîna Encûmena Serkirdayetî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê bidawî bû. Encûmena Navendî bo Serkirdayetiya YNKê pêşniyar kir ku roja 5ê Adara 2018ê wek roja sazkirina kongreyê bê destnîşan kirin.


Îro li baregahê Polîtburoya YNKê, Encûmena Serkirdayetî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serpereştiya Cîgirê Sekreterê Giştî Kosret Resîl Elî derbarê kongreyê de civiyan.


Li gor zanyariyên Rûdawê, Encûmena Navendî bo Serkirdayetiya YNKê pêşniyar kiriye ku roja 5ê Adara 2018ê Kongreya 4emîn were sazkirin.


Endamê Encûmena Navendî ya YNKê Bextiyar Şawês, ragihand ku divê Encûmena Serkirdayetî di hundirê 10 rojan de bicive û bersiva Encûmena Navendî bide.


Berî niha Endamê Polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed, pêşniyar kiribû ku kongre 7ê Adara 2018ê were sazkirin.


Roja Dûşeml (12.02.2018) Encûmena Navendî ya YNKê civiya û biryar da ji bo yekalîkirina pirsa kongreyê û diyarkirina roja sazkirinê, roja Pêncşemê (15.02.2018) ligel Encûmena Serkirdayetî civîneke hevbeş saz bikin.