Dije-Teror a Kurdistanê: Ebû Ehmed hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Dije-Teror a Kurdistanê ragihand, ku Berpirsê Polîsê Serbazî yê Wîlayeta Neynewa yê DAIŞê di êrişeke firokeyên cengî yên hevpeymanan de hat kuştin.

 

Îro çarşemî 15ê Sibata 2017ê, Dije-Teror a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê kuştina berpirsekî mezin ê DAIŞê aşkere kir û ragihand, ku ew berpirsê DAIŞê bi êrişeke firokeyên şer ên hevpeymanan de hatiye kuştin.

 

Li gorî daxuyaniyê, duh sêşemî 14ê Sibata 2017ê, di encama êrişeke esmanî ya firokeyên şer ên hevpeymanan de, berpirsekî pilebilind ê rêxistina DAIŞê yê bi navê “Ebû Ehmed”di bombebarana firokeyên hevpeymanan “li aliyê rastê bajarê Mûsilê” hatiye kuştin.

 

Dije-Teror a Kurdistanê tekez kir: “Ew terorîstê mezin navê wî Heqî Îsmaîl Ewêd Heyder, naskirî bi Ebû Ehmed e û Berpirsê Polîsê Serbazî yê DAIŞê li Wîlayeta Neynewayê bû”.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, ku çekdarekî din ê DAIŞê jî ku hevkarê Ebû Ehmed bûye, di êrişê de hatiye kuştin.

 

Hêzên Iraqê bi piştevaniya hêzên pêşmerge û piştgiriya esmanî ya hêzên hevpeymanan aliyê çepê yê bajarê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê derxistine û niha tenê aliyê rastê Mûsilê di kontrola wê rêxistinê de maye.