Yekîtiya Jinên Kurdistanê şeveke helbestan lidar xist

15-02-2016
Nûreddîn Osman
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amûd (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi helkefta cejna evînê şeveke helbestan lidar xist di vê şevbêrkê de gelek helbestvanên jin û mêr û ji hemû temenan hazir bûn û bêtirî helbestên wan jî li ser hezkirinê bûn, herwiha bandora rewşa rojava û penaberiyê jî di piraniya van helbesta de diyar bû.

Li bajarê Amûdê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê, bi helkefta roja evînê, şevbêrkê ya helbestan lidar xist, di wê şevbêrkê de, çendîn helbestavn beşdar bûn û hejmarek ji welatiyên wî bajarê jî amade bûn.

Helbestvan Siûd Hisên ji Rûdawê re wiha got: “Yekîtiya Jinên Kurd em bo roja evînê vexwendin û em gelekî kêfxweşî in bi vê şahiyê û bi vê helkeftê em cejna evînê li tevahiya miletê cîhanê û bi taybet miletê kurd pîroz dikin û hêviya me heye ku ev cejin bi xêr û xweşî derbas bibe.”

Her di wê şevbêrkê de, jinên helbestvan bala beşdariyan bi xwe ve kişandin û tevî ku hinek ji wan jinan ji nû dest binivîsê kirine û ezmûna wan di vî warî de kême, lê bi gotina hinek rexnegir û amadebûya ev gaveke başe ji bo pêşketin û pêşeroja  jinan.

Helbestvan Leyla Şihab jî wiha got: “Welleh ez ne helbestvanim lê vê şoreşê hişt ku em êşa xwe tevî derxînin. J par ve min dest bi helbestan kiriye ji ber ku zarokê me giş penaber bûne û bi çola ketine, çi di dilê mede hebe em dirdxînin.”

Di salên derbasbûyî de, cejna evînê bi konsêrt û şahî dihat pêşwazîkirin, lê rewş nema wek berê ye, lewra ew pêşwaziya germ ji vê rojê re nema, lê dîsan jî welatiyên bajarê Amûdê, nexwestin ev roj bêdeng derbas bibe û hema bikêmanî bi lidarxistina êvariyeke helbestan be jî, wan ev roj di holakî biçûk de vejandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst