Jiyana Ocalan li Îmralî



Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 15ê sibata 1999an de hat girtin, Hikûmeta Tirkiyê ew xiste girtîgeha li girava Îmraliyê.

Li gor ajansa DHAyê ji dema ku Ocalan ketiye Îmraliyê û heta niha  malbatê wî 215 caran pê re hevdîtin pêk aniye û ji bilî van sê salên dawî parêzerên Ocalan ku ji 150 parêzerî zêdetirin 600 carî pê re rûniştine, şandên BDPê û HDPê jî 16 caran çûne Îmraîliyê û ligel Ocalan hevdîtin pêk anîne.

Herwiha ji dema ku Ocalan ketiye girtîgeha Îmraliyê, 4 rêveberên girtîgehê hatine destnîşankirin, yekem kes Mistafa Koçer bû ku ji ber hin kêmasiyên li gor hikûmeta Tirkiyê wê demê, hat guhertin û Ahmet Arcan anîn şûn wî, ew jî 5 salan ma û piştî bi nexweşiya dil mir Unal Şaşmaz şûna wî girt, lê 6 meh derbas nekir û di sala 2005an de Ahmet Dozman rêveberiya girtîgehê wergirt û heta niha ew maye.

Dibêjin rola rêveberê girtîgeha Îmraliyê Unal Şaşmaz di başkirina rewşa girtîgehê ji Ocalan de gelek heye. Wî telefizyona 42 bosa ye û 12 kenalên telefîzyonê anî, û her dîsa wî piraniya pirtûkên pêwîst ji Ocalan re peyda dike û hemû pirtûk, kovar û rojnameyên ku Ocalan dixwîne li odeyekê tên bicîkirin, yek tişt jê nayê avêtin.

Dema Ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan anîn girtîgeha Îmraliyê, 10 keştiyên kevin hebûn, ew jî zû zû xirab dibûn, pişt re Wezareta Dadê ya Tirkiyê keştiyek nû rêkir, lê dema ku ew jî têrê nekir, sala 2012an rêveberiya ewlekariyê keştiyeke nû ku li hember her şert û mercî karibe biçe û bê dabîn kirin, lê ev sê salin bi hênceta ku keştî xirab bûye, parêzerên Ocalan naçin Îmraliyê, lê di heman demê de şandên BDPê diçin.

Li girtîgeha Îmraliyê zêdetirî 700 leşker û karmendên ewlekariyê hene. Sala 2009an girtîgeheke nû li wê derê hat çêkirin û 8 girtiyên nû anîbûn wir, Ocalan piştî ku 4 salan li wir derbas kir, ji ber ku teng bû û mercên wê bi nerênî bandora xwe li ser tenduristiya wî çê dike, ji wê girtîgehê careke din anîn girtîgeha kevin, lê piştî ku mercên wê baştir kirin û bijîşk û pisporên bijîşkî jî herdem li wir amade ne û her 15 rojan Ocalan pişkinîn û fehis dikin.

Her li gor heman ajansê, li ciyê ku niha Ocalan lê dimîne qada lîskê heye û dem bi dem ew bi hevalên xwe re vulaybolê dilîze û rojekê ji heftiyê jî bi hevalekî xwe re tenês dilîze.