Berpirsa Amerîkî spasiya Serok Barzanî kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Amerîka Rojavayê Kurdistanê Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Taylorê spasiya Serok Barzanî kir ku wî nûnerê xwe yê taybet şandiye Rojavayê Kurdistanê û bi aliyên Kurdistanî re civiyaye.

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamî Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Taylorê û şandeya pê re pêşwazî kirin.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û ewlehî û pêşhatên dawî yên Îraq û Herêma Kurdistanê û Sûriye û Rojavayê Kurdistanê guftûgo hat kirin.

Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Taylorê spasiya Serok Barzanî kir ku wî nûnerê xwe yê taybet şandiye Rojavayê Kurdistanê û bi aliyên Kurdistanî re civiyaye.

Wê tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka piştgiriyê dide her hewlên ku bibe sedema nêzîkbûna aliyên Kurdî û pêkanîna aramiyê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Di beşeke din a civînê de têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin nirxandin.

Baregeha Barzanî da zanîn ku şandeyê kêfxweşiya xwe ji bo danûstandinên di navbera aliyan de û bilezbûna gavên ber bi avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman.

Her wiha metirsiya derketina dubare ya terorê û pêwîstiya parastina aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst