Nêçîrvan Barzanî û bi şandeya Amerîkayê re civiya

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Amerîka Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê Victoria Taylorê û şandeya pê re civiya û rewşa siyasî û pêşhatên dawî nirxandin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro Alîkara Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê ya Karûbarên Rojhilata Navîn Victoria Taylor û şandeya pê re pêşwazî kirin.

Serokatiyê ragihand ku di hevdîtinê de, pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, xebatên berdewam ên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya niha ya Îraqê û pêşhatên herêmê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha hat ragihandin ku alî li ser guherînên dawî yên li Sûriyeyê axivîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê di çarçoveya destûr û peymanan de kir.

Her wiha li ser parastina aramî û asayîşa herêmê û pêwîstiya ku Îraq nekeve nav tevliheviyên Rojhilata Navîn li hev kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst