Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê servîsa karkeran û kamyon li hev qelibîn û di qezayê de 11 kes birîndar bûn.
Li Taxa Stasyonê kamyonek û servîsekê ku navê şofêrên wan nehatiye zanîn li bin guhê hev ketin.
Di qezayê de Medîne Ş., Ramazan G., Abdullah A., Yusuf K., Mahmud M., Alî H., Bariş D., Abdulvahit E., Abdulmelik H., Mehmet D. û Mustafa Ç. birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ambulans, polîs û îtfaiye çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li navçeyên Artuklu û Qoserê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse