Li 4 parêzgehan ji ber berfê dibistan hatin girtin

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Barîna Berfê Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê û 3 parêzgehên Tirkiyeyê ji ber şert û mercên neyînî yên keşûhewayê dibistan rojekê hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyên Colemêrg, Gîresun, Artvîn û Trabzonê barîna berfê berdewam e û welatî rastî zehmetiyan tên.

Herwiha li parêzgeha Colemêrgê nêzîkî 4 roj in berf dibare û rêyên gelek gundan hatine girtin.

Ji ber şert û mercên keşûhewayê û barîna berfê îro dibistan hatine girtin.

Li parêzgehên Trabzon, Artvîn û Gîresûnê jî ji ber berfê û hewaya sar çûnûhatin zehmet bûye û ji ber vê yekê jî dibistan rojekê hatin girtin.

Li gorî biryara parêzgariyan, karmendên jin ên ducanî û karmendên xwedî pêdiviyên taybet bi destûr tên hesibandin û îro naçin ser kar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst