Berbijêrên DEM Partiyê yên Şaredariya Wanê eşkere bûn

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî WAN Abdullah Zeydan Neslîhan Şedal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo berbijêriya Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal hatin hilbijartin.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) beriya hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê li gelek bajaran ji bo diyarkirina berbijêran di nav delegeyên xwe de hilbijartinan li dar dixe.

Îro li hin bajaran dengdana gera duyem hat kirin. Li navendên ku dengdana gera duyemîn hat kirin, navên ku bi ser ketin eşkere bûn.

Di gera yekem a ku doh ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat lidarxistin de Neslîhan Şedal bû namzeta jin a ku herî zêde deng wergirt.

Li gorî encamên nefermî yên gera duyemîn a ku doh hate lidarxistin, Abdullah Zeydan bi 2 hezar û 363 dengan wekî hevserok hate hilbijartin. Mustafa Avci 2 hezar û 285 deng wergirtin.

Tê çaverêkirin ku encamên dawî yên dengdana ku ji bo Mustafa Avcî û Abdullah Zeydan hatiye kirin, ji aliyê komîsyonê ve bê eşkerekirin.

Abdullah Zeydan piştî van encaman li ser hesabê xwe yê Xê wiha got:

"Berpirsiyariya me ya ji bo gelê me, nirxê me û bajarê me hîn zêdetir bûye.

Bila gumana kesî tinebe ku li hemberî vê fedakariya gelê xwe em ê bi hevseroka xwe Neslîhan Şedalê û hemû hevalên xwe re bi hemû hêza xwe bi şev û roj di bin fermana gelê xwe de xizmeta Wanê bikin.

Em dê di 31ê Adarê de qeyûman bişînin malên wan, şaredarî dê dîsa bibin şaredariyên gel. Hindik ma!

Ez spasiya hemû hevalên xwe yên bernamzed dikim, em hemû, partiya me bi ser ket.

Ez spasiyên xwe pêşkêşî gelê me yê hêja û birûmet dikim ku em layiqî vê erkê dîtine."

Em dê bi gelê xwe re bi ser bikevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst