Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Bi hincetên bêbingeh êrişî sivîlan hat kirin

16-01-2024
RÛDAW
Nîşan Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Îran Êriş Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê êrişa Îranê li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku Îranê sivîl bombebaran kirine.

Li gorî daxuyaniyê Supaya Pasdaran a Îranê îşev saet demjimêr 23:30î bi mûşekên balistîk êrişî çend deverên Hewlêrê hatiye kirin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ev êriş wekî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê pênase kir û got:

“Pêwîst e Hikûmeta Federal a Îraqê û civaka navdewletî li hemberî vê tawanê bêdeng nemînin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got, “Li gorî amarên destpêkê, 4 welatiyên sivîl şehîd ketine û 6 welatiyên din jî birîndar bûne ku rewşa wan giran e.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn:

“Supaya Pasdaran ragihand ku ev êrîş li ser çend baregehên komên mixalefeta Îranê bûye.

Mixabin her dem ji bo êrişkirina Hewlêrê hincetên bêbingeh payda dikin. Hewlêr wekî herêmeke aram ti carî nebûye cihê metirsiyê li ser ti aliyekî.”

"Binpêkirina eşkere ya serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê ye "

Di heman demê de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got:

 “Ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê ye û pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî li hemberî vê tawanê bêdeng nemînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst