Kurdî li Rojavayê Kurdistanê: Ji qedexeyê ber bi vejînê ve
Hewlêr (Rûdaw) – Canda Erefat ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye, ji ber ku rejîmê zimanê wê yê dayikê qedexe kiribû wê tenê dikarîbû bi Erebî bixwenda.
Dema ku Kurdan sala 2011an kontrola axa xwe xist destê xwe, Candayê cara ewil derfet dît li dibistanên ku zimanê wê dihat qedexekirin derseke bi zimanê xwe bixwîne.
Piştî ku Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû zimanê fermî ciwanên Kurd dikarin bi awayekî fermî û azad fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibin.
Canda jî îro li zanîngehê zimanê xwe fêrî nifşên nû dike.
Rejîmên berê yên Sûriyeyê hemû mafên Kurdan ên çandî û polîtîk înkar kirin û rê li ber tevên wan tevgeran girt ku piştgiriyê didin mafên Kurdan.
Komên ku dixwest Kurdî fêrî xelkê bikin naçar bûn vê bi dizî bikin.
Dema sala 2011an li Sûriyeyê serhildanê dest pê kir rejîmê hêzên xwe yê li herêmên Kurdan ji bo parastina Şamê vekişandin, vê jî wiha kir ku Kurd axa xwe bêyî şer kontrol bikin.
Gava Rojavayê Kurdistanê hat rizgarkirin Candayê hîn nû lîse xelas kiribû.
Bavê wê dema rejîmê li gel tevên qedexe û zextan jî bi dizî dersên Kurdî didan lê piştî ku Rojava rizgar bû wî dest bi dersên Kurdî yên eşkere kir.
Piştî rabûna qedexeya li ser Kurdî xelkê pêl pêl berê da xwe da waneyên bi zimanê xwe û Candayê jî berê xwe da waneyên Kurdî yên bavê xwe.
Candayê sala 2016an li Zanîngeha Rojavayê dest bi beşa Kurdî kir, beşa xwe di nava du salan de qedand û niha li heman zanîngehê mamosteya Kurdî ye.
Candayê bi Kurdiya xwe yî zelal ji Rûdawê re got ku divê Kurd vê azadiya zimên wekî “derfeteke zêrîn” bibînin û vê derfetê ji bo berbelavkirina zimanê xwe û bihêzkirina têgihên xwe bi kar bînin.
Mamoste Candayê herwiha da zanîn ku xwesteka Kurdan a ji bo fêrbûna zimanê xwe roj bi roj zêde dibe.
Zimanê qedexe
Sûriye sala 1946an hat avakirin, Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ji wê demê ve rastî zext û cihêkariya dewletê hatine.
Ew ji mafên xwe yên polîtîk, aborî û çandî bê par man. Herwiha zimanê wan hat qedexkirin.
Serokê berê yê Sûriyeyê Hafiz Esed dema hat ser erkê xwe pêvajoya Erebkirinê gur û xurt kir.
Kurê wî û xelefê wî Beşar Esed jî di rêya bavê xwe de meşiya û di mijara Erebkirina Kurdan de bû şopînerekî wî yê dilsoz.
Piştî hejmartina nifûsê ya sala 1962yan a ku li gorî Rewangeha Mafên Mirovan (HRW) tiştekî “kêfî” bû mafê welatîbûnê yê bi hezaran Kurdan bi hinceta ku “sixûrên biyanî yên ji Tirkiyeyê” ne ji wan hat wergirtin û Kurd ji mafên xwe yên bingehîn hatin mehrûmkirin.
HRWyê sala 1996an di raporeke xwe ya taybet de destnîşan kiribû ku mehrûmkirina Kurdan a ji mafê welatîbûna Sûriyeyê “binpêkirina hiqûqa navneteweyî” ye.
Raporê herwiha da zanîn ku ev hejmartina nifûsê parçeyek ji polîtikayên berfireh ên Erebkirinê ye û herêmên bakurrojhilatê Sûriyeyê li xwe digire ku nîfûsa herî zêde ya ne-Ereb li wan herêman dijî û ji aliyê çavkaniyan ve herêmên herî dewlemend in.
Raporê dîsa ragihan ku “Zextên rayedarên Sûriyeyî yên li ser nasnameya Kurdan bi çûyîna zemên re ketin gelek formên nû.
Hinek ji wan rêgiriyan ev in: Qedexeyên curbicur ên li ser Kurdiyê, qedexekirina navên zarokan ên bi Kurdî, guherîna navên Kurdî yên deveran, girtina kargehên ku navên wan ne bi Erebî ne, qedexekirina dibistanên taybet ên Kurdî û qedexekirina pirtûk û materyalên Kurdî.”
Tevî van qedexeyan û metirsiya girtinê jî gelek koman bi dizî li malên taybet dersên Kurdî dan. Van dersên taybet heta sala 2011an berdewam kir ku Kurdan herêmên xwe azad kirin.
Piştî vê demê jî ders bi awayekî eşkere hatin kirin. Dersên nefermî û bidizî dema rayedarên Rojavayê Kurdistanê dibistanên bi Kurdî vekirin, qediyan.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî got ku van grûpên bidizî di parastina zimanê Kurdî de roleke sereke dîtiye û ew jî bi saya van grûpan fêrî zimanê xwe yê zikmakî bûye.
Mezlûm Ebdî anî zimên, rejîma Sûriyeyê di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Kurd re hîn jî israr dike ku Erebî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yekane zimanê fermî be.
“Kurdî ji bo me xeta sor e”
Mezlûm Ebdî 20ê Gulana 2023yan li ser van zextên rejîma Sûriyeyê gotibû:
“Perwerdeya bi Kurdî tim û daîm yek ji wan mijaran e ku em û rejîma Sûriyeyê li serê nîqaşan dikin.
Kurdî ji bo me xeta sor e. Em ti carî tawîzan nadin. Rejîma Sûriyeyê vê red dike û ji bo Erebî li pêş be zextan dike.”
Vejîn
Kurdan piştî ku piraniya axa xwe ya li bakurê Sûriyeyê stand, hikûmeta xwe ya bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir.
Li aliyekî, Kurdan di serî de zimanê Kurdî, hewl dida mafên xwe yên çandî û siyasî bi dest bixin, li aliyê din jî rejîma Sûriyeyê hewl dida li hemberî mixalifên çekdar ên ku derbeke giran li Şamê dabû têbikoşe û desthilata xwe bidomîne.
Hevseroka Lijneya Perwerdeyê ya Rojavayê Kurdistanê Semîra Hec Eliyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku piştî Kurdan xaka xwe standiye ew girîngiyeke mezin didin perwerdeya bi Kurdî.
Semîra Hec Elî, li ser hinek xebatên li ser zimên ji Rûdawê re da zanîn:
“Sala 2011an dema ku hîn rejîm bi hêz bû me li ser Kurdiyê konferans li dar xistin, me Enstîtuya Zimanê Kurdî ava kir û me li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê yên wekî Efrîn, Kobanî û Cizîrê dibistanên Kurdî vekirin.
Piştre me ji bo van dibistanan mamoste perwerde kirin û me di navbera salên 2012 û 2014an de bi awayê fermî dest bi dersên Kurdî kir.”
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ji sala 2007an ve bi dizî dersên Kurdî didan û piştre bû beşek ji perwerdeya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê.
SZK xwendekar, karmend û mamosteyan fêrî Kurdî dike û dersên online dide kesên ku dixwazin fêrî Kurdiyê bibin.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku demekê li welatê wan zimanê wan dihat qedexekirin, niha ji pola yekem heta zanîngehê diqedînin bi zimanê xwe perwerde dibin.
Piştî pola çaran jî wekî “zimanê mecbûrî yên duyem” fêrî Erebî dibin.
Zarokên neteweyên din jî bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê dibînin û piştî pola çaran wekî zimanê duyemîn fêrî Kurdiyê dibin.
“Rêveberiya Xweser mafên Kurdan parastine”
Hevseroka Lijneya Perwerdeyê ya Rojavayê Kurdistanê Semîra Hec Eliyê diyar kir ku, “Rêveberiya Xweser, mafên çandî û zimanî yên civaka Kurdan parastine. Ev pêvajo berdewam dike.”
Eliyê herwiha ragihand ku ew Kurdî li ser neteweyên din ferz nakin û li hinek deverên din ên wekî Dêrezor, Minbic, Reqa û Tebqayê yên ku piraniya şêniyên wan Ereb in, heke daxwaz hebe dersên Kurdî jî didin.
Semîra Hec Eliyê amaje pê kir ku gelek Ereb jî dersên Kurdî dixwazin.
Rêveberiya Xweser sala 2016an Peymana Civakî pesend kir, ev pêyman wekî destûreke nefermî ye û aramanca wê ew e ku derfetên wekhev pêşkêşî hemû pêkhateyên cuda bike.
Xala çaran a Peymana Civakî dibêje, “Hemû zimanên li bakurê Sûriyeyê ji aliyên civakî, çandî û îdarî ve û herwiha di tevên qadên jiyanê de wekî hev in.
Her gel dê zimanê xwe yê zikmakî bi kar bîne û karên xwe yên rojana bi zimanê xwe bi rê ve bibe.”
Salên destpêkê yek ji pirsgirêkên sereke yên rayedarên Rojavayê Kurdistanê, kêmbûna mamosteyên Kurdî bû û ev pirsgirêk heta niha jî bi tevahî hel nebûye.
Hevseroka SZKyê Viyan Hesen ji Rûdawê re axivî û wê da zanîn ku piraniya karmendên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nizanin bi Kurdî biaxivin û destnîşan kir ku ew hêwlên xwe yên ji bo fêrkirina Kurdî zêde dikin.
Viyan Hesenê herwiha destnîşan kir ku piraniya van karmendan li gorî pergala rejîma Sûriyeyê perwerde bûne.
Bermahiyên Erebkirinê
Nehiştina bandora polîtikayên Erebkirinê yên ku bi dehsalan li Rojavayê Kurdistanê hatin meşandin karekî zehmet bû.
Tevî hemû hewlên Rêveberiya Xweser jî hinek Kurd li ser tabelayên xwe yên dikanan, di torên civakî de û di jiyana rojane de Erebiyê tercîh dikin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêveberiya Kurd û partiyên mixalefetê jî di daxuyanî û belgeyên xwe yên fermî de gelek caran Kurdî nekiriye zimanê yekem.
Semîra Hec Elî li ser vê yekê wiha axivî:
“Rast e, Rêveberiya Xweser hemû belgeyên xwe yên fermî bi Erebî amade dike. Enstîtuya Zimanê Kurdî hewl dide ku Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bibe zimanê yekem.
Wekî ku di Peymana Civakî de jî hatiye destnîşankirin em hewl didin hemû belgeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurdî, Erebî û Suryankî amade bikin.
Enstîtuya Zimanê Kurdî bi armanca ku karmend û gel fêrî Kurdî bibin biryar daye li her cihê Rojavayê Kurdistanê ofîsên fêrkirina Kurdî veke.
Dema em vê dikin em bi taybetî meyla xwe didin ser xebatkarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Qet nebe em hewl didin belgeyên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurdî û Erebî arşîv bikin.”
Viyan Hesenê qebûl kir ku piraniya daxuyaniyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Erebî ne û da zanîn ku rêveberî vê yekê wekî “kêmasiyekê” dinirxîne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî demekê Kurdî jî li daxuyaniyên xwe yên Facebookê zêde kir lê sîteya wan a webê tenê bi Erebî ye.
Viyan Hesenê li ser hebûna Erebî ya di belgeyên fermî de got:
“Divê Rêveberiya Xweser tenê bi Kurdî nenivîse çimkî gelek Ereb jî hene ku xîtabî wan dike. Ji ber vê yekê divê di belgeyan de Erebî jî hebe.”
“Heta ku dewleta me nebe Erebî dê zimanê serdest be”
Adile Evdile nivîskareke Kurd e, li gorî wê Erebî dê li Rojavayê Kurdistanê wekî zimanê serdest bimîne û pê de çû:
“Heta ku dewleta me nebe Erebî dê zimanê serdest be. Fêrkirina Kurdî gaveke erênî ye lê Kurd ji welêt koç dikin.”
Li gorî Adileyê ji ber ku piraniya mezinan Erebî bi kar tînin Kurdî nabe zimanê serdest.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurdiya Kurmancî wekî zimanê fermî yê Rojavayê Kurdistanê dipejirîne.
Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Rojavayê ya ku Sibata 2023yan hatiye kirin, ji sedî 66ê mamosteyên zanîngehan gotiye ew dikarin dersên bi Kurdî bidin lê ji sedî 40ê wan Kurdî tercîh kiriye.
Ji sedî 30ê wan Erebî û ji sedî 10ê wan jî Îngilîzî tercîh kiriye.
Hinek mamoste dev ji mufredata rejîma Sûriyeyê bernadin û rayedarên Rêveberiya Xweser ji bo ew mufredata nû qebûl bikin hewl didin.
Li aliyê din, ji ber ku sîstema nû ya perwerdeyê naşopînin gelek mamoste hatine cezakirin.
Nifşê nû û Kurdiyeke herikbar
Bi saya perwedeya Kurdî ya deh salên borî piraniya ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi Kurdiyeke herikbar daxivin.
Rayedar jî hewl didin da ku bêjeyên Kurdî şûna yên Erebî bigirin.
Lawîn Betal xwendekara pola duyem a Fakulteya Endezyariyê ya Kîmya û Petrokîmyayê ya Zanîngeha Rojavayê ye û ji sala 2017an ve bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibe.
“Perwedeya bi zimanê me pîroz e”
Lawînê bi Kurdiya xwe ya herikbar û baş ji Rûdawê re got, “Ev ji bo me tiştekî gelekî mezin bû çimkî perwedeya bi zimanê me bi rastî jî pîroz e.
Çandeke dewlemed a Kurdan heye. Fermîbûna Kurdî wê derfetê dide Kurdan ku bi Kurdî gelek tiştan îcad bikin.”
Lawînê amaje pê da ku li fakulteyên wekî ya wê çavkaniyên bi Kurdî yên pisporiyê nînin.
Lawînê herwiha ragihand ku ders bi Kurdî tên dayîn lê dema ku pêwîst dibe sûdê ji Erebiyê jî dibînin.
Viyan Hesenê jî diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ev çavkanî bi Kurdî bên amadekirin hewl dide.
Armanca SZKyê ne tenê fêrkirina Kurdî ye, SZK dixwaze zimên sererast jî bike.
Bi hewlên Viyan Hesenê, Çiriya Pêşîna 2023yan pirtûka bi navê “Rêzimana Kurmancî” hat amadekirin. Armanca vê pirtûkê standartkirina rêzikên zimên e.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev xebat wekî “çavkaniya sereke ya rêzimana Kurmanciyê” pejirand.
Viyan Hesenê li ser pirtûkê got, “Armanca me ew ku hemû metnên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurrojhilatê Sûriyeyê werin standartkirin.”
Viyanê Hesenê destnîşan kir, wan bangî saziyên medyayê jî kiriye da ku ji bo hevsengiya zimên vê pirtûkê bişopînin û amajê pê kir ku ev pirtûk ji bo hevgiriya Kurmanciyê gaveke baş e.
SZKyê sala 2019an bi armanca ku Kurdiyê di qada akademîk de bide naskirin li Qamişloyê navendeke lêkolînan vekir.
Rêzimana Kurmancî jî beşek bû ji projeyên SZKyê.
SZK, bi armanca ku çavkaniyên akademîk zêde bike tîpguhêziya metnên bi Kurmanciya Badînî jî dike.
“Şoreş beyî zimên nabe, ziman jî bêyî şoreşê nabe”
Mezlûm Ebdî li ser girîngiya zimên got: “Kurdî mijareke girîng a dema şoreşê ye. Me divê em li ser vê mijarê rawestin.
Me dema şoreşa Rojaveyê girîngiya zimên zêdetir ferq kir. Em pê hesiyan ku şoreş beyî zimên nabe, ziman jî bêyî şoreşê nabe. Ziman bingeha gelek tiştan e.”
Li Bakurrrojhilatê Sûriyeyê sê zanîngeh hene: Zanîngeha Rojavayê ya li Qamişloyê, Zanîngeha Kobaniyê ya li Kobaniyê û Zanîngeha Şerqê ya li Reqayê.
Li gorî agahiyên Hevseroka Lijneya Perwerdeyê, li vê herêmê 41 hezar û 507 mamoste û 846 hezar û 595 xwendekar hene.
Saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şama paytexta Sûriyeyê jî bo temenmezinan kursên Kurdî vekirine. Nayê zanîn bê rejîma Sûriyeyê çawa destûr daye van kursan.
Çarenivîsa perwerdeya bi Kurdî
Li Rojavayê Kurdistanê tenê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwedeya bi Kurdî nas dike.
Paşeroja bi milyonan Kurdên ku bi zimanê xwe perwerde dibin ne diyar e.
Rejîma Sûriyeyê gelek caran dibêje ku ew perwedeya bi Kurdî nas nake.
Mezlûm Ebdî wiha behsa rola Rêveberiya Xweser ya ji bo nasandina Kurdiyê kir:
“Zarokên ku dema şoreşê fêrî Kurdiyê bûn, mezin bûn û wan dest bi zanîngehê kir.
Peywira me ye ku em zimanê Kurdî bi Hikûmeta Sûriyeyê û saziyên navneteweyî bidin qebûlkirin. Ev, yek ji karên me yên sereke ye.”
“Tirkiye ji perwerdeya bi Kurdî ditirse”
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmedê ji Deutsche Welleyê re ragihand ku Tirkiye jî li dijî perwerdeya bi Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê derdikeve û got, “Ditirse ku Kurdên Bakurê Kurdistanê jî vê bixwazin.”
Piştî ku Kurdan axa xwe stand, li Rojavayê Kurdistanê dibistana ewil a Kurdî li Efrînê hat vekirin lê dema ku Tirkiyeyê û leşkerên bipere yên Sûriyeyî Efrîn dagir kir Kurdî dîsa hat qedexekirin.
Îro li Efrînê perwerde bi Tirkî û Erebî ye. Li gel ku li wê herêmê Tirk nînin jî Tirkiye zimanê xwe li deverên ku dagir kirine ferz dike û Kurdiya ku zimanê gelê wan deveran e qedexe dike.
Tirkiye sala 2019an jî bi alikariya çekdarên bipere Serê Kaniyê û Girê Spî jî dagir kirin û heman tiştî li van deran jî dike.
Tirkiye herwiha bi berdewamî gefa operasyonan li Rojavayê Kurdistanê dixwe.
Tirkiye îdia dike ku HSD parçeyek ji PKKyê ye ku grûpeke çekdar e û ji bo mafên Kurdên Bakurê Kurdistanê şer dike.
Helbet nehiştina bandora zext û qedexeyên rejîma Suriyeyê yên ku bi dehsalan berdewam kirine zehmet e lê heta ku ev nifşê nû li Rojavayê Kurdistanê bi vê Kurdiya herikbar biaxive dê nehiştina vî zimanî ne pêkan be.