Çekdarên Emşatê du welatiyên Kurd li Efrînê girtin û şkence li wan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Emşatê du welatiyên Kurd ji gundê Kurzêlê yê herêma Efrînê girtin û bi tundî şkence li wan kirin.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Rûdawê re got ku roja 13ê Kanûna Paşîna 2024an, çekdarên Emşatê her du welatiyên Kurd Ebdo Necar û Îbrahîm Ebdo ji gundê Kurzêlê girtin.

Mistefa Şêxo da zanîn ku Ebdo Necar muxtarê gund e û Îbrahîm Emdo mamosteyê dibistanê ye û her du endamên encûmena xwecihî ne.

Fermandarê Çekdarên Emşatê li gund Ebû Rehmûnê 5000 dolar ji her du welatiyan xwestiye û dema ku muxtar red kiriye wan pereyan bide ew bi tundî şkence kirine.

Çekdaran piştî şkenceyê Ebdo Necar veguhast navenda tendursitiyê û paşê hat berdan.

Lê Îbrahîm Emdo girtî maye  5000 dolar ji wî tên xwestin.