Li Mêrdînê 14 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, ji 51 kesên ku derbarê wan biryara lêgerîna hebû, 14 kes hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlehiyê ya Mêrdînê, di navbera 8-14ê Kanûna Paşînê de ji bo girtina kesên ku lêgerîna wan heye xebat hatin kirin.

Di vê çarçoveyê de 51 kesên ku derbarê wan biryaralêgerîna wan hebû ku hatin desteserkirin.

Piştî karûbarên wan ên li navebda ewlehiyê ji 51 kesan ku sewqî edliyeyê hatin kirin 14 kes hatin girtin.