COLEMÊRG – Li lojmanên dozgeriyê cerdevanek mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî îdiayan, cerdevanê bi navê Yakup Karadenîz li lojmanên dozgeriyê yê navçeya Şemzînana Colemêrgê xwe kuştiye.

Li gorî nûçeya MAyê,  cerdevanê bi navê Yakup Karadenîz ê ku li navçeya Şemzînana Colemêrgê dijiya, li daîreya qazanê ya lojmanên dozgeriyê mirî hatiye dîtin.

Hat îdia kirin ku Yakup Karadenîz xwe kuştiye.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Yakup Karadenîz ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Hat zanîn ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.