Li Wanê 7 kes bi îdiaya qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji 15 kesên ku hatibûn desteserkirin 7 ji wan bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê, di çarçoveya “rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” de di navbera 8 û 14ê Kanûna Paşîna 2024an de 15 kes hatibûn desteserkirin.

Herwiha piştî kar û barên yasayî ji wan 7 kes bi îdiaya qaçaxçîtiya koçberan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Parêzgeha Wanê bi salan e wekî rêyeke qeçaxçîtiya koçberan di navbera sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de tê bikaranîn.