Ava gemarî ya kargehekê diherike nav Gola Wanê

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê gemara kargeheke şekir diherike nav Gola Wanê.

Çalakvanên Gola Wanê dîmenên ava qirêj a wê kargehê belav kirin û wan xwest rayedar ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavên pêwîst biavêjin.

Li gorî dîmenên ku ji aliyê Çalakvanên Gola Wanê ve hatine belavkirin, kargeheke şekir a ku sala 1989an li Erdîşê hatiye avakirin, heta niha ava gemar a ji wê kargehê derdikeve bêyî ku were parzûnkirin diherike nav Gola Wanê û zererê dide jîngeh û ajelan.

Çalakvanên Gola Wanê bi belavkirina wî dîmenî ji rayedaran daxwaz dikin ku ji bo wê pirsgirêkê gavên pêwîst biavêjin daku Gola Wanê bê parastin.