Welatiyên Hesekê banga çareserkirina pirsgirêka avê dikin

15-01-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Welatiyên Hesekê banga çareserkirina pirsgirêka avê dikin
Welatiyên Hesekê banga çareserkirina pirsgirêka avê dikin
Nîşan Heseke Wêstgeha Elokê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 6 meh in, bêhtir ji yek milyon nişteciyên parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bi zehmetiyeke mezin ava vexwarinê û bikaranînê, bidest wan dikeve. Sedem jî Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ne.

Rêveberê Wêstgeha Avê ya Hesekê Mehmûd Adlê dibêje “Bi rastî xelkên Hesekê hêj ji ber birrîna ava vexwarinê dinalin, Wêstgeha Avê ya Elok, nêzîkî 6 mehan e rawestiyaye. Destdirêjê bi ser hêla elektrîkê de tê kirin, ku bi Wêstgeha Elok ve girêdayî ye û ava wêstgehê jî birrîye.”

Wêstgeha Avê ya Elok, bi 5 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Serê Kaniyê, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Av ji wî bajarî digihêje Wêstgeha Himmê li bakurê rojavayê bajarê Hesekê û ji wê derê li ser nişteciyên Hesekê û navçeyên derdorê tê dabeşkirin.

Ji destpêka Tebaxa sala 2022yan ve, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, ava Wêstgeha Elok birrîye û ew vekirina avê, bi wergirtina elektrîka bêhtir ve, ji Wêstgeha Elektrîkê ya Dirbêsiyê, girêdidin, ku li jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye.

Beşek ji nişteciyên wê navçeyê, Artêşa Tirkiyê bi bikaranîna avê, weke kerteke guşara serbazî û siyasî tometbar dikin.

Nişteciyê Hesekê Hacî got “Divê rêxistin û herwiha Rûs alîkariya me bikin û kêşeyên me ligel Tirkiyê çareser bikin. Tirk sitemkar in. Ew avê ji ser me dibirrin, ku şahdamara jiyanê ye.”

Heta niha bi kêmanî 20 wêstgehên pakirin û şêrînkirina ava vexwarinê hatine danîn.

Bêhtir ji 400 sîtêrên avê ji aliyê rêxistinên navdewletî û Xaça Sor ve, ji bo dabînkirina avê hatine terxankirin.

Lê ew herdu gav, bi hev re tenê 5 hezar metre sêca av di rojekê de dabîn dikin, di demekê de pêdiviya rojane ya wê navçeyê bi kêmanî 60 hezar metre sêca ye.

Nişteciyê Hesekê Ebû Mihemed diyar kir “Nêzîkî 6 mehan e, ew ava ku heye jî, bi kêrî vexwarinê nayê û gemar e û tijî kils e. Zarokan jî tûşî nexweşiyê dike.”

Têkraya mûçeyê mehane yê karmendekî asayî nêzîkî 30 dolarî ye, di demekê de yek bermîl ava pak bi 2 dolaran e, û bêkariyê nîvê hêza kar a wê navçeyê girtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst