Li Efrînê 2 ciwanên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor zanyariyên hatine belavkirin, li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê 2 ciwanên Kurd girtine ku yek ji wan ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatibû deportkirin û yê din jî bi tohmeta peywendiya ligel Rêveberiya Xweser bûye.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, çekdarên opozisyona Sûriyê ser bi Tirkiyê ciwanê Kurd Cume Hiserî yê 36 salî ji gundê Basûte girtine ku berî çend rojan hikûmeta Tirkiye ew bo navçeya Şêrewe deport kiribû, hevdem çekdarên ser bi Trikiyê ciwanê Kurd Mihemed Ebûd ê 25 salî xelkê bajarê Efrînê bi tohmeta ku leşkeriya Rêveberiya Xweser kiriye girtine.

Li gor heman çavkaniyan, herdû ciwanên Kurd Cume Hiserî û Mihemed Ebûd bo cihekî ne diyar hatine veguhestin û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, ji dema dagîrkirina Efrînê di Adara 2018an de û heta niha zêdeyî 900 welatiyên Kurd ji aliyê Îstixbaratê Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve hatine girtin û çarenivîsa zêdeyî 600 girtiyan ji wan ne diyar e.