Li Hesekê teqîn: 5 kesên ji malbateke Kurd jiyana xwe ji dest dan

15-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di encama teqîna bombeyekê de 5 welatiyên Kurd canên xwe ji dest dane ku ji malbatekê ne û dayik û bav û 3 zarokên wan in.

Li gor agahiyan, bûyera teqînê roja Şemiyê 14ê Çileya 2023an li gundê Debî li rojhilatê bajarê Hesekê çê bûye.

Televîzyoneke xwecihî ya Hesekê ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve ragihandiye, mînek li gundê Debî li rojhilatê bajarê Hesekê bi barhilgira malbatê ve teqiyaye û di encamê de 5 kesan canên xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye.

Li gor zanyariyan, kesên hatine kuştin ji malbatekê ne; dayik û bavek û 3 zarokan.

Di teqînê de, zilamê malê Xidir Elî (43 salî), hevjîna wî Miha Hisên 34 salî û 3 zarokên wan ên bi  Elî (14 salî), Hebîb (12 salî) û Mihemed (9 salî) jiyana xwe ji dest dane.

Di heman bûyerê de welatiya bi navê Rîm El-Îsa (29 salî) jî birîdnar bûye.

Xelîl Ehmed, hevlingê Xidir Elî ji Rûdawê re got, ku teqîn li gundê Debî çê bûye ku li Çiyayê Kewkebê ye û di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst