Mesrûr Barzanî: Xebatên me asteng dikin

15-01-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Ji destpêka avakirina vê kabîneyê ve, wan li ser bidawîkirina sîstema du îdareyî, rakirina mîrateyên wê û cîbicîkirina biryarên hikûmetê li seranserê Herêma Kurdistanê li hev kiribûn, lê “li hinek cihan astengî li pêşiya hikûmetê hatin çêkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro Yekşemê 15ê Çileya 2023an derbarê rojeva Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Mesrûr Barzanî bi bîr xist ku dema wan weke kabîneya nû dest bi kar kir, wan li ber Parlamentoya Kurdistanê û gel sond xwar ku ji bo berjewendiyên bilind ên gel û welat û bo parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê kar bikin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, divê aliyên siyasî yên di hikûmetê de piştevaniya hikûmetê bikin û “ nabe di hikûmetê de bin û rola opozîsyonê bilîzin.”

Mesrûr Barzanî dibêje, “Divê wezîr û tîmên wezîran bernameya hikûmetê pêk bînin û pirsgirêk û aloziyên siyasî neguhêzin nava hikûmetê. Divê pirsgirêkên siyasî li derveyê hikûmetê bên çareserkirin, ne ku karê hikûmetê asteng bikin.”

Barzanî tekezî li ser wê yekê jî kir ku, nabe ti biryarên partî û takekesî li ti cihekî Herêma Kurdistanê rêgiriyê li cîbicîkirina bernameya karê hikûmetê bike û destnîşan kir: “Em bi hemû Herêma Kurdistanê re wek hev tevdigerin û xwe li hember hemû welatiyên wê li hemû parêzgeh û navçeyên di bin rêveberiya serbixwe de berpirsyar dibînin. Lê mixabin astengî li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine derxistin û vê yekê jî zirar daye jiyana welatiyên me.”

Tevahiya daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:

Hemwelatiyên Xoştivî

Ez û kabîneya min, me li pêş Parlamentoya Kurdistanê û li pêş we xoştiviyan me sond xwar ji bo ku kar bikin ji bo berjewendiyên bilind ên gel û niştiman û parastina pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê. Ji ber wê jî ji destpêka vê kabîneyê de em rêkeftin ku şopên du îdareyê nehêlin û biryarên hikûmetê li seranserê Herêma Kurdistanê bi yek awayî bên cîhbicîh kirin.

Nabe li ti beşekî Herêma Kurdistanê de biryara partî yan jî takekesî rê li cîhbicîh kirina kar û bernameya hikûmetê bigre. Ez wekî hev li seranserê Herêma Kurdistanê dinêrim û xwe wek berpirs dizanim li hember hemû hemwelatiyên Herêma Kurdistanê yên li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe. Lê mixabin rêgirî hat kirin û astengî ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin çêkirin, ku ew jî ziyan gehande jiyan û debara hemwelatiyan.

Nêzîkî du sale pirsgirêka kom kirina dahat û nemana pare li bankeyên sînorê Silêmanî û Germiyan û Helebce û Raperînê heye. Dûvçûn ji bo vê pirsgirêkê me kir û lijneyek li Wezareta Darayî û Navxwe, ji bo dûvçûna vê pirsgirêkê hate pêkanîn, lê krokî ya vê pirsgirêkê ev e, ku hin kes û alî ji bo berjewendiya xwe dest dixin nav proseya kom kirina dahata wan sînoran. Ji ber wê her ew kes û alî berpirsin li hember wan ziyanên digehe hemwelatiyan û saziyên hikûmetê.

Şefafiyet ew e ku hikûmet bixwe çavdêriyê li ser hemû proseya kom kirina dahatan bike, ne ku bi tenê agahdarê wî beşî be ku ji bo hikûmetê tê cuda kirin. Ji destpêka vê kabîneyê me hewl daye dahatên herêmê rêkbixin û heta asteke baş jî em serkeftî bûn. Ji ber wê jî me karî di demên giran ên bêdahatiya destpêka derketina şewba vîrusa koronayê jî derbas bikin.

Hemwelatiyên birêz…

Demeke ji aliyê saziyên YNKê ve, ku hevbeşekî serekî yê vê kabîneyê ye, wisa tê behs kirin ku dorpêç li ser sînorê Silêmaniyê heye. Hemû şarazayên rewşa darayî yên Herêma Kurdistanê dizanin ku dahata neft û herwaha ew beşa budceya dem bi dem ji Bexdayê hatiye bi awayekî wekhew hatiye dabeş kirin û mûçeyê karmendan hatiye dayîn. Tişta ku cîhê helwêstê bûye dahata naneftî ango derveyî petrolê ya navxwe ya Herêma Kurdistanê bûye ku beşekî piraniya wê dahatê jî ya deriyên sînor e. Lê mixabin, rê nehatiye dayîn di vî warî de li sînorê Silêmanî, Germiyan, Helebce û Raperîn bê rêkxistin û ji ber wê jî rêveberiya YNKê berpirsyare li hember vê rewşa ku li wan deverane derketiye holê.

Eger berjewendiya hemwelatiyên me li ser berjewendiya partiyan bê danîn, wê demê çareseriya vê rewşê jî asan e û plan û bernameya me ya çalak heye bo çareser kirina vê pirsgirêkê û pêngavên baş jî me avêtibûn bo çareseriyê. Lê mixabin li hember cîhbicîh kirinê rêgirî hate kirinû piştre jî kuştina Hawkar Caf ew prose bi temamî asteng kir.

Pirsgirêkên darayî û mijara komkirina dahatê, nêzîkî du sale heye û bi dehan civîn li ser vê mijarê hatine kirin û berçav roniyekî baş hebûye ji bo çareseriyê. Biryara encûmena wezîran jî heye bo şandina hêza hevbeş bo deriyên sînor. Lê YNK rêgir bû û gefa wê yekê xwarin ku eger ew yek bê kirin dê şerê navxwe derkeve. Ji ber wê jî di vê demê de derxistina pêş a wê metirsiyê tenê ji bo wê yekê bûye ku balkêşana li ser mijara kuştina Hawkar Caf ku li cergê paytexta Herêma Kurdistanê pêkhat çênebe. Herêma Kurdistan û Pêşmerge, hêmayê tekoşîna dijî teror û tirsê bûne û nabe li naxweyî herêmê hin kes ji bo zelal kirina pirsgirêkên xwe dest bavêjine kuştinê.

Di vê dosyayê de ti aliyek me tometbar nekiriye, tenê navên çend kesekî tometbar heye ku divê radestî dadgehê bên kirin û ji bo wê jî bi fermî nivîs ji aliyên pêwendîdar ên Silêmaniyê re hatiye şandin. Her ji destpêkê ve me gotiye bila lijneyekî lêkolînê ya hevbeş hebe û bila aliyê sêyem jî bi taybet di asta navnetewî de jî be beşdarî lêkolînê bikin. Lê mixabin heta naha bersivek ji bo wê daxwazê tine. Wê demê pirsgirêk ne dahat û rewşa darayî ya Silêmaniyê ye, tişta ku heye ev e, daxwaz ji me tê kirin dosyaya kuştina Hawkar Caf bila bê daxistin û ev jî daxwazekî nerewa ye û nabe hemwelatiyên Herêmê vê bipejirînin. 

Rewşa navçeyê vê ji me dixwaze ku pirsgirêkan em çareser bikin û bihêz ber bi paşerojê ve pêngav bavêjin. Vê derê de ji bo berjewendiyên giştî û derbas kirina vê rewşê wan çend xalên xwarê ezê pêşkeşî raya giştî û hemû aliyan bikim:

Yekem: Derbarê dosyaya kuştina Hawkar Caf de ku sedemê serekî yê vê rewşa aloze, ez daxwaz dikim destpêkê bila tometbar radestî dadgehê bên kirin û piştre jî bila lijneyekî hevbeş ji saziyên pêwendîdar bi amadebûna liyên navnetewî û nûnerên Parlamentoya Kurdistanê û yan jî her welatekî dost ku bixwaze beşdar bibe bila pêkbê, ku demekî kurt de lêkolîn destpê bike û encam jî bo raya giştî bên aşkera kirin.

Duyem: Di destpêka destbikar bûna kabîneya nehem, daxwaz dihate kirin ku bila dûrketina ji merkez û daxistina asta desthilatê bo xwarê li dahat û xercan de bê kirin. Ji ber wê jî ew desthilat ji xwarê re hate dayîn. Lê naha ji aliyê tîma wezîrên YNKê ve daxwaz tê kirin xerc bila bibin navendî ango merkezî. Eger ev daxwaze tê kirin pêwîste kom kirina dahatan jî bibe navendî û proseya kom kirina dahatan bi taybet jî li xalên sînorî, di bin serpereştî û çavdêriya tund a navendî de be. Ji bo wê jî pêwîste hemahengî di navbera wezaretên darayî û navxwe û Pêşmerge de hebe, ku rê li qaçaxçîtî û destdirêjiya dahatên deriyên sînor bê girtin û pêkanîna hêzeke hevbeş bo wê armancê jî gelek pêwîste.

Sêyem: Pêwîste asteng ji bo proseya çaksazî û yekgirtina hêzên Pêşmerge neyê çêkirin. Di vê kabîneyê de bi kiryar jî pêngav ji bo çaksaziyê li Hêza Pêşmerge û yekgirtina wan de hatine avêtin û divê hêza Pêşmerge bibe hêzeke niştimanî ya bihêz a berevaniyê li pêkhateya destûrî ya herêm û gef û metirsiyan dûr bixe û divê dûr ji hizra partî û takekesî de be.

Çarem: Ji bo berjewendiya giştî û proseya demokrasiyê li Herêmê, pêwîste demekî kurt de Parlamentoya Kurdistanê rûniştina xwe ji bo çalak kirina Komîsyona Bilind a Helbijartina pêkbîne, ku bi kiryar pêngav ji bo pêkanîna helbijartinan bên avêtin û pêwîste îsal helbijartina Parlamentoya Kurdistanê birêve biçe û em wek Hikûmeta Herêmê amadene hemû pêdavîstiyên helbijartinê demekî herî kurt de dabîn bikin.

Pêncem: Divê aliyên siyasî yên beşdarin li hikûmetê, wek partî, piştevanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin û nabe nav hikûmetê de bin û rola opozîsyon ango muxalefetê bibînin. Pêwîste wezîr û tîmên wezîrî jî cîhbicîhkarê bernameya hikûmetê bin û nabe pirsgirêk û aloziyên siyasî ji bo nav hikûmetê bên veguhestin. Divê pirsgirêkên siyasî li derveyî hikûmetê hewla çareseriya wan bê dayîn, ne ku karê hikûmetê bê asteng kirin.

Mesrur Barzanî

Serokî Hikûmetî Herêmî Kurdistan

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst