Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê

15-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeyman li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane kir û di civînê de tekoşîna li hember terorê û giringiya parastina asayîşa sînoran gotûbêj kirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha ji bo piştgiriyên Amerîkayê û Hevpeymanan bo Pêşmerge û reformên di Wezareta Pêşmerge de, spasiya wan kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Yekşemê 15ê Çileya 2023an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeyman li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane kir.

Di civînê de “pêşkeftin û guhertinên dawî yên li Iraq û navçeyê û berdewambûna piştevanîkirina hêzên Pêşmerge di tekoşîna li hember terorê û gefên terorîstên DAIŞê û giringiya parastina asayîşa sînor” hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê amaje bi pêşveçûna alîkarî û hemahengiya ewlehiyê ya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê di tekoşîna dijî terorê de, bi taybet di sala borî de kir û tekezî li ser giringiya pêşxistina wê hemahengiyê kir ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê ya li navçeyên madeya 140 a destûrê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber alîkarî û piştevaniyên berdewam ên Amerîka û hêzên Hevpeymanan bo hêzên Pêşmerge, bi taybet di şerê dijî terorê û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de, spasiya wan kir.

Di beşeke din a civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi kurtî derbarê encama serdana şandeya bilind a hikûmetê ya bo Bexdayê û civînên li gel Serokwezîrê Iraqa Federal, bi taybet pêşxistina alîkarî û hemahengiyên ewlehiyê yên di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de, agahî dan Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeyman li Iraq û Sûriyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst